‘Bi yekîtiya pêkhateyan karê Kantonan bi hêz dibe’

  • 09:05 7 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
Gulistan Şahîn
 
QAMIŞLO - Endama Komîteya Şopandinê Nesrîn Ferman rola Kantonan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha nirxand: “Kanton li Rojavayê Kurdistanê di sala 2017’an de hatin avakirin û gelek destkeftî bi dest xist. Bi yekîtiya pêkhateyan jî karê Kantonan bi hêz dibe.”
 
Niha tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike. Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê ya Ewlekariya Bilind tê ragirtin û 31 meh in tu agahî jê nayên girtin. Parêzer û malbat serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin. Parêzer û malbat, ji bo hevdîtina bi Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî hem serî li dozgeriyê û hem jî li midûriyeta girtîgehê didin. Lê belê her carê bi hincetên pûç û vala hevdîtin tên astengkirin. 
 
Abdullah Ocalan bi fikir, raman û felsefeya xwe ya cîhanê dîwarên vê tecrîda giran dişkîne û yek ji avahîsazê Şoreşa Rojava bi xwe ye. Niha li Rojava pergaleke wekhev û demokratîk heye. Bi Rêveberiya Xweser re gelek destkeftî ji bo hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên bidestxistin. Yek ji destkeftiyên mezin meclîsên hatine avakirin û kantonên li vir in. 
 
Piştî şoreşa 19’yê Tirmehê gelek destkeftî bi dest ketin. Piştî avabûna Rêveberiya Xweser ku gel xwe bi xwe bi rê ve dibe, di sala 2017’an de Kanton jî hatin avakirin. Meclîsên xwecihî yên Rêveberiyên Xweser ên federal li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîn, meclîs, bajarok, meclîsa navçe, qeymeqam û meclîsa Kantonê ne. 
 
Meclîs
 
Meclîs nûnertiya gel dikin û li ser kar û barên wan disekinin, li ser kar û barên wan biryarê didin û siyaseta xwe di derbarê wan de diyar dikin, ji gund, tax, bajarok, navçe û parêzgehan dest pê dikin. Parastina civakê û domdariya hebûna wê mîsoger dike, di warê siyasî, civakî û aborî de gihandina armancên xwe mîsoger dike û bi pêkanîna demokrasiya rasterast di mekanîzmaya xwe de civakê bi rêxistin dike. Rêgez û prensîbên têkildarî jiyana azad a demokratîk destnîşan dike û meclîs sîstema serokatiyeke hevpar li ser esasê nûnertiya her du zayendan di serokatiya meclîsê de bi erk û desthilatên wekhev dipejirînin. Hilbijartinên wan ji aliyê wan encûmenên diyarkirî ve tên kirin. Ew li komîn, meclîsa bajar, navçe, herêm an jî parêzgehê ne. Nûner jî têne hilbijartin da ku karibin meclîsan baş bi rê ve bibin û nûnertiya wan bikin. Jin ji bo karên xwe di nava meclîsan de mekanîzmaya xebatê bi rêxistin dikin.  
 
Karên meclîsê
 
Meclîs avakirina pergaleke civaka demokratîk a ku gel temsîl dike ye.  Avakirina civakeke azad, demokratîk, exlaqî, polîtîk e. Pêşxistina hişmendiya çandî û demokratîk, wekhevî û jiyana hevbeş a aştiyane di navbera hemû pêkhateyan de ye. Gihîştina xwerêveberiya aborî û hewldana ji bo pêşxistina hişmendiya aborî ya beşdar û hevkar di nav endamên civakê de ye.  Birêxistinkirina hemû beşên civakê, hilgirtina wan û çareserkirina hemû pirsgirêkên bi wan re. Ji bo her du zayendan di hemî qadan de % 50 sepandin. Rêxistinbûna xwe ya demokratîk û jiyana xwe ya azad li ser esasê tevlêbûna civaka demokratîk dipejirîne. Ev hemû di çarçoveya meclîseke demokratîk de tên kirin. 
 
Kanton
 
Kanton di dawiya sala 2017'an de bi hilbijartinên komîn û meclîsên navçeyan hate avakirin. Hejmara kantonan çar e. Mîna Kantona Qamişlo, Kantona Hesekê, Kantona Kobanî û Kantona Girê Spî. 10 komîteyên Kantonan mîna jin, parastin, çand û huner, ciwan, kar û baran, şopandin, aborî, tenduristî, dad û lihevanîn û şaredarî hene. 
 
Civînên kantonan ên ku li dar dixe û beşdar dibe
 
Kanton pirsgirêka gel çareser dike. Her meh bi serokatiya hevpar a komînan, meclîsa bajar û navçeyan re civîn çêdike. Civîna mehane ya şaredariyên girêdayî hemû navçe û bajarokan beşdar dibe. Civîna mehane ya komîteyan li dar dixe. Civîna mehane ya saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser beşdar dibe. Li kantonan pêkhateyên hemû partiyan hene. Pêkhateyên kurd, ereb, suryan hene. Di nava kantonan de pergala civakeke demokratîk rûniştiye. Hemû ol, netew, mezheb û baweriyê di nava xwe de dihewîne. 
 
Karên ku Kanton dikin 
 
Çareserkirina pirsgirêkên ku firin, sotemenî, şaredarî di nav de ne, jiholêrakirina gendeliyan, giliyên welatiyan ên li dijî hin sazî û dezgehan hemû kanton pê eleqedar dibin. Kanton rewş û dorpêçkirina herêmê ji hemû aliyan ve dişopîne.
 
Têkildarî kar û xebatên Kantonan, Endama Komîteya Şopandinê Nesrîn Ferman nêrîna xwe parve kir.
 
‘4 Kanton hene’
 
Nesrînê di destpêkê de kanton çiye wiha şîrove kir: “Kanton li gor hilbijartina gel pêk tê. Kanton xwe li ser komîn, meclîs û xwecihiyê ava dike. Kanton li Rojavayê Kurdistanê di sala 2017’an de hatin avakirin û gelek destkeftî bi dest xist. Li Rojavayê Kurdistanê çar kanton mîna Kobanê, Qamişlo, Hesekê û Girê Spî hene.”
 
‘Bi pêkhateyan kanton bi hêz dibe’
 
Nesrînê kar û xebatên ku Kanton dimeşîne wiha anî ziman: “Mirov dikare mînaka Kantona Qamişloyê bide ku 1200 komîn girêdayî Kantona Qamişloyê ne. 8 navçeyên wê hene û nêzî 26 bajarokên Kantona Qamişloyê hene. Kanton di nav civakê de ye û hemû civak jî cihê xwe di Kantonê de digire. Dema pirsgirêkên gel hebe, tên gilî dikin û Kanton ji bo çareseriyê li ser mijarê radiweste. Giliya gel ji komîn, navçe û meclîsê hebe em li ser disekinin. Em dixwazin em bi hemû pêkhateyên xwe yên li herêmê dijîn, bibin yek û sûretek baş nîşan bidin ku em hemû bi hev re kar dikin û em bi hev re bi hêz in.”
 
‘Zehmetiyên gel bi riya Kantonan tê çareserkirin’
 
Nesrînê rol û mîsyona Kantonan wiha nirxand: “Rola kantonan di nav civakê de girîng e. Kanton tevlî hemû civînên Komîn, navçe û meclîsan dibe. Di heman demê de 10 komîteyên me yên girîng di kantonê de hene û hemû komîte li ser karê xwe radiwestin. Di heman demê de Kanton şopandina, meclîs, belde û komînan dike. Her wiha em pirsgirêkên gel ên jiyanî yên mîna mazot, nan, firin û di şaredariyan de çareser dikin.”
 
‘Gel xwe dispêre kantonan’
 
Nesrînê nêzîkatiya gel a têkildarî kantonan wiha anî ziman: “Gel vî cihî aîdî xwe dibînin, ji ber hemû karê Kantonê gel bi xwe bi rê ve dibe û ev cihê wan bi xwe ye. Dema pirsgirêkên wan hebe yekser tên vir û dizanin ku li vir edalet heye wê li gor maf nêzbûnek hebe, lewma berê xwe didin vir û pirsgirêkên xwe li vir çareser dikin. Îro tiştê herî zêde mirovan kêfxweş dike, gel tê kantonan û xwe dispêrin kantonan. Em dixwazin biryar, daxwaz û karê me li gor dilê gelê me be û çi daxwaz bikin em ji bo gelê xwe amade ne.”
 
‘Jin pêşengiya kar dikin’
 
Nesrînê herî dawî rola jinan a di Kantonan de nirxand û wiha dawî li gotina xwe anî: “Bi saya şoreşa Rojavayê Kurdistanê, jin bûn xwedî hêz. Îro Kantona me bi dest, ked û pêşengtiya jinan tê birêvebirin. Îro jin dizane, jin divê ne tenê di malê de be, jin rêveberiya hemû sazî û dezgehan dikin. Her wiha çiqas pirsgirêkên mezin hebin, jin wan pirsgirêkan çareser dikin. Îro pergala hevserokatiyê heye. Bi vê pergalê jin û mêr wekhev cihê xwe di nava kar û xebatan de digire. Berê jin hesret bû derkeve ber derî, lê îro bi pêşengtiya jinan şoreş ava bû. Îro ji bo hemû rêxistinan qursên me hene û em hemû pêkhate bi hev re karê Kantonan dimeşînin.”