Bi hezaran kes li dijî êrişên Tirkiyeyê daketin qadan

  • 22:30 6 Cotmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kes li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin kolanan û êrîş şermezar kirin. 
 
Bi hezaran şêniyên Herêma Cizirê ji bo protestokirina êrîşên Tirkiyeyê meşeke girseyî li dar xistin.
 
Tirbespiyê
 
Bi sedan welatiyên Tirbespiyê bi meşekê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin ew ê li dijî êrişan berxwedanê bidomînin. Beşdarên ji pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryan li pêşiya Meclisa Navçeya Tirbespiyê kom bûn û ber bi sûka navendî ve çûn û êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin û gotin armanca wan êrişan têkbirina ewlehî û îstîqrarê ye.
 
Li sûka navendî mîtîngek li dar xistin û endamê Meclisa Giştî ya PYD′ê Silêman Ereb axivî. Silêman Ereb got ku berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sûcên şer û terora Tirkiyeyê bi hêztir e û bang li hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî kir ku helwestên xwe li dijî van sûcan eşkera bikin.
 
Çilaxa 
 
Li Çilaxayê gelê navçeyê, bajarok û gundên wê li aliyê başûrê navçeyê kom bûn û beşdarî meşa girseyî ya şermezarkirina êrişan bûn.
 Piştî meşê li Qada Şehîd Mahsûm mîtîngek hat lidarxistin. Li vir hevserokê Nivîsgeha PYD′ê ya Çilaxayê Ebduselam Ebas axivî. Ebas bang li gelê herêmê kir hevgirtî bin û wiha got: “Dewleta tirk çi qas hewl bide nikare vîna gelên di her kêliyekî de amade ne canê xwe di oxira azadî û parastina projeya xwe ya demokratîk de bide, bişikîne."
 
Til Hemis 
 
Bi sedan şêniyên Til Hemîsê ji bo şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê  meşeke girseyî li dar xist û li tevahî kolanan geriyan û li Çerxerêya Niyabê vegerî mîtîngê. Li vir hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Mihemed El Şemerî êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin.
El Şemerî wiha dawî li gotina xwe anî: “Divê civata navneteweyî xetereya êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên me baş bizane, bi taybet herêmên bi ser sînorê Tirkiyeyê ve ku tê de kampên koçberan hene."
 Her wiha der barê mijarê de Rêxistina Nûdem a Astengdaran jî daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêş navenda rêxistinê ji aliyê endamê rêxistinê Samî Fetah ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li sazî û rêxistinên navneteweyî hat kirin ku li dijî êrîşan bibin xwedî helwest.
 
Reqa
 
Bi sedan welatiyên bajarê Reqayê bi meşekê êrîşên Tirkiyeyê  şermezar kirin. Meş li ber nexweşxaneya Wetenî rawestiya û deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endama Meclîsa Kombûna Jinan  a Zenûbyayê Fatima Salih daxuyaniya bi navê meclîsa kombûnê xwend. Di daxuyaniyê de êrîş hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku armanca ji van êrîşan şikandina îradeya jinên azadxwaz e ku xwe li gorî fikir û felsefeya Abdullah Ocalan bi rêxistin kirine.
Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê di daxuyaniyê de got: ′′Em nahêlin dijmin armancên xwe pêk bîne û împoratoriya Osmaniyan zindî bike."
 
Heleb 
 
Bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan, bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrîşên Tirkiyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê Rewşen Mihemed axivî û soza şopandina rêya şehîdan da. Rewşen Mihemed diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê bêçarebûna wê nîşan dide û got, Tirkiye bi van êrîşan dixwaze ji rewşa xwe bireve û raya giştî bixapîne.