Li Wanê zarokê astengdar hat derbkirin

  • 19:44 6 Cotmeh 2023
  • Rojane
WAN - Li Wanê polîsan zarokekî astengdar derb kirin. Tûndiya polîsan ket ber kamerayan û welatiyên ku hewl dan pêşî li tûndiyê bigirin, hatin astengkirin.
 
Li Wanê li kolana Cumhuriyetê li ber Banka Îş polîsan bi hinceta ku av avêtiye wesayîta wan zarokekî astengdar derb kirin. Dema derbkirinê ket ber kameraya welatiyan. Welatiyê bûyer bi kameraya xwe kişand. Di dîmen de tê dîtin ku kesên derdorê dibêjin ‘wisa neke ew astengdare’ lê polîs dibêje ‘belav bin, li wesayîtê xist’ û derbkirinê didomîne. 
 
Welatiyên hewl dan tûndiya polîs asteng bikin hatin astengkirin.