Ji bo hevserokên hatin binçavkirin daxuyanî

  • 18:53 6 Cotmeh 2023
  • Rojane
ÎZMÎR - Parlamentera Partiya Çep a Kesk Burcugul Çubuk der barê binçavkirina hevserokên HDP’a Îzmîrê de axivî û got: “Daxuyaniyên sexte yên wezîrên we nikarin me têk bibin. Em bêdeng namînin. Hevserokên me rumeta me ne.”
 
Piştî hevserokên Partiya Demokratîka a Gelan hatin binçavikrin, li ber HDP’a Îzmîrê daxuyanî hat dayîn. Polîsan dora avahiyê dorpêç kirin û nehiştin partiyi bên gel hev. Gel dorpêça polîsan bi dirûşa ‘HDP gel e, gel li vir e’ protesto kirin.
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk Burcugul Çubuk li ber avahiyê axivî û got avahiya HDP’ê bi hinceta kargeriya bi awayekî dijhiqûqî hatiye lêgerînkirin û got: “Bêyî şerm bikin avahî lêgerîn kirin. Niha daxuyaniya me asteng dikin. Walî ne di ser qanûnan de ye. Tu desthilatdarî ne li ser gel e. Operaysona îro ji bo şer e. Em ji bo mirov nemirin wê her tim li kolanan bin.  Daxauyaniyên sexte yên wezîrên we nikarin me têk bibin. Em bêdeng namînin. Hevserokên me rumeta me ne.”
Protesto bi dirûşmeyan bidawî bû.