Du milyon mirov bê av û bê ceyran hat hiştin

  • 16:29 6 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber êrişên dewleta Tirk li herêma Cizîrê nêzî 2 milyon mirov bê av, ceyran û xaz man. Êrişên dewleta Tirk bûn sedema kar û xebatên bi dehan nexweşxane, binkeyên tenduristiyê û saziyên xizmetguzariyê bigihîne asta rawestandinê.
 
Artêşa dewleta Tirk ev 3 roj in navend û saziyên xizmetguzariyê ku li gorî peymanên navnetewî jî qedexe bêne hedefgirtin, bombebaran dike. Di êrişên ku hîn jî didomin de, bi temamî binesazî û pergala xizmetguzariyê hedef tê girtin.
 
Li gorî nûçeya ANHA'yê balafir  heta niha bi dehan deverên herêma Cizîrê ku gelek saziyên xizmetguzarî û navendên enerjiyê lê hene, nêzî 60 caran bombebaran kirine. Li Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Til Temir, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Rimêlan û Dêrikê santralên ceyranê û îstasyonên avê, bîrên neftê bûn hedefa dagirkeran. Di êrîşan de û heta niha 12 kes şehîd û 12 jî birîndar bûne.
 
Ziyanên êrişê
 
Ziyana ku di encama bombebaran de derketiye holê hîn ji aliyê saziyên eleqedar ve bi awayekî fermî nehatiye eşkerekirin, lê ziyaneke mezin a madî pêk hatiye, li gelek deverên bajaran, ceyran û av qut bû. Herî dawiyê bi êrîşên li ser santrala ceyranê ya Siwêdika ya li Dêrikê re pergala ceyran û avê têk çû, xizmetên mecbûrî yên weke tenduristiyê hatin asta rawestînê.
 
Av û ceyranê qutkirin
 
Siwêdikê stantrala herî mezin a ceyran û xazê ye ku pêdiviya tevahiya herêma Cizîrê pêşwazî dike. Herêma Cizîrê jî herêma herî mezin a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ye û nêzî 2 milyon însan dijin. Bi dehan nexweşxane û sedan saziyên xizmetguzariyê kar dimeşînin. Bi bombebarana Siwêdîka re, ceyrana 2 milyon însanan qut bû.
 
Nexweşxane bûn hedef
 
Li Dêrik, Qamişlo, Amûdê, Hesekê û Şedadê 5 nexweşxaneyên navendî, 15 nexweşxaneyên taybet û 35 binkeyên tenduristiyê ku rojane bi sedan însan tên dermankirin hene. Bi bomberanê de ceyrana dihat van nexweşxaneyan û saziyên din ên xizmetguzariyê qut bû. Her çiqasî li van deran jenerator hebin jî, meşandina xizmetê gelekî zehmet bûye.
 
Av qut bû
 
Li herêma Cizîrê tevahiya îstasyonên avê bi ceyranê kar dikin. Ceyrana piraniya wan jî, ji santrala Siwêdîkê tê. Lewma li gel bombebaranê û qutbûna ceyranê piraniya îstasyonên avê jî sekinîn. Di rewşa niha de nêzî 2 milyon însan û sedan saziyên xizmetguzariyê bi pirsgirêka avê re rû bi rû ne.
 
Xaz
 
Siwêdikê di heman demê navenda xaza ku ji bo malan, aşxane û saziyan tê belavkirin e. li vê navendê rojane 13 hezar qenîneyên xazê tên derxistin û belavkirin. Lê piştî bombebaranê di warê xazê de jî wê zehmetiyek mezin bê kişandin.