Di êrişan de 40 herêmên Rojava hedef hatin girtin

  • 13:12 6 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk duh li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gund, îstasyonên ceyranê, bîrên av û petrole di nav de 40 herêm hedef girtin. 
 
Dewleta tirk duh li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek herêm bi balafiran bombebaran kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), dewleta tirk di nava 24 saetan de 40 herêm hedef girtin. Di nava van herêman de gelek gund, 3 îstasyonên ceyranê, 2 bîrên avê û îstasyoneke benzînê hene. Di êrişan de 6 welatiyan û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest dan. Ji ber êrişan gelek îstasyonên gaz, petrol û avê êdî nikarin xizmetê bidin.