Di doza êrîşa zayendî ya li dijî zarokê de daxwaza girtiyên red kirin

  • 12:04 6 Cotmeh 2023
  • Hiqûq
 
RIHA - Dainşîna doza êrîşa zayendî ya li hemberî zarok ku li M.S. hatbû vekirin hat taloqkirin û daxwaza girtina kiryar jî hat redkirin.
 
M.S.yê ku li navçeya Wêranşar a Rihayê bi awayekî sîstematîk êrîşa zayendî li zarokekê kir, danişîna biryarê ya doza ku der barê wî de hatibû vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a Wêranşarê hat dîtin. Di danişînê de zarok û parêzerên xwe, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Zeynep Dîlek Polat û Alî Osman Ulutaş û kiryar M.S. û parêzerên wî amade bûn.
 
Ceza hat xwestin
 
Di danişîna ku piştî tespîta nasnameyan destpê kir de, mutalaya di rûniştina berê de hatibû dayîn hat xwendin. Eren piştî îfadeyê mafê axaftinê girt û diyar kir ku ew tevli mutalayê dibin û daxwaza cezakirina kiryar dubare kir.
 
Piştre jî parêzerên kiryar mafê axaftinê girtin, zarok hedef girtin û beraeta kiryar xwestin.
 
Dadgehê daxwaza dema zêde ya  parastinê ji bo kiryar M.S. erê kir, daxwaza girtinê red kir û danişîn taloqî 13'ê Mijdarê kir.
 
Çi bibû?
 
Li navçeya Wêranşar a Rihayê M.S., di 21'ê Gulana 2021'an de bi îdaya ku 1 sal e êrîşa zayendî li zarokê kiriye, hat binçavkirin. M.S piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî edliyeya nobedar hat kirin û piştre jî hat berdan. Di bergeha lêpirsîna ku der barê wî de ji ber sûcê "êrîşa zayendî" hat vekirin de biryar hat dayîn ku "pêwîstî bi dozgeriyê nîne". Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn li dijî biryarê nerazîbûn nîşan da. Dadgeha Bilind îtîraz rewa dît û biryar da ku doz li Dadgeha Cezayê Giran a Wêranşarê bê dîtin. Piştî biryarê Dadgeha Cezayê Giran a Wêranşarê îdianameya ku der barê M.S. de hatibû amadekirin qebûl kir.