TJK-E: Divê em 7’ê Cotmehê ji bo azadiya Rêbertî li qadan bin!

  • 11:45 6 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E’yê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta tirk û komploya navneteweyî da û wiha got: “Divê em 7’ê Cotmehê li her derê Ewropayê ji bo azadiya Rêbertî li qadan bin.”
 
Tevgera Jinên a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku dewleta tirk di van demên dawî de êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li ser her çar parçeyên Kurdistanê zêde kiriye û destnîşan kir ku rêgezên şer li pêş çavê hemû cîhanê binpê dike û îro qadên sivîlan bombebaran dike. TJK-E’yê ragihand ku dewleta tirk ji çalakiya fedayî û dîrokî ya li Enqereyê pêk hatî, tirsa ye û bi mijûlkirina rojevê hewl dide windahiyên xwe veşêre.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin:
 
“Gelê Rojava û gelên din ne bi tenê ne. Hemû desthilatdar dizanin ku Şoreşa Rojava li her çar aliyên cîhanê ji gelan re bûye hêvî û her kes xwedî lê derdikeve. Çawa ku Rêbertî polîtîkayên tecrîdê pûç kiribin, îro gelê Kurdistanê jî bi geşkirina têkoşînê wê hevkarên DAÎŞ’ê veşêrin çopa dîrokê. Em car din daxwaz dikin ku NATO û welatên Ewropayê dest ji piştgirîdayîna dewleta tirk berdin û ji ber sûcên şer, Erdogan bidarizînin.
 
Çawa ku Şoreşa Rojav şoreşa jinê ye, divê herî zêde jin li dijî van polîtîkayên qirkirinê û şer bibe bersiv. Divê xwedî li mîrateya xwe derkevin. Divê em 7’ê Cotmehê li dijî Komploya Navneteweyî li her derê Ewropayê ji bo azadiya Rêbertî li qadan bin.”