Li dijî komployê li 11 bajarên Îtalyayê çalaki

  • 09:18 6 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE- Endama Komeleya Parêzerên Mafên Mirovan a Cîhanê û Demorkasiyê ya Ewropayê (ELDH) Mîchela Arrîcale, der barê 9’ê cotmehê komploya navneteweyî de axivî û got wê li gelek bajarên Îtalyayê çalakî û daxuyanî bên dayîn. Mîchela got ji bo çarseriyê divê tecrîd bi dawî bibe.
 
 Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an de bi piştgiriya hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de jî bi komployê radestê Tirkiyeyê kirin. Di ser komployê re 25 sal derbas bûn. Abddullah Ocalan ku ji roja hatiye girtin tê tecrîdkirin ev 31 mehin tecrîd hatiye girankirin û ne parêzer ne jî malbat nikarin hevdîtinê bikin û tû agahî jê nayê girtin.
 
 Endama Komeleya Parêzerên Mafên Mİrovan a Cîhanê û Demorkasiyê ya Ewropayê (ELDH) Mîchela Arrîcale ku di heyeta tecrîdê de cih digire der barê çalakiyên ku ji bo 9’ê cotmehê pêk tînin û her wiha tecrîda giran de axivî.
 
‘Wê ev hucreya 24 salî çawa bê nirxandin’
 
Mîchela diyar kir ku bi dehan carî dijhiqûqiya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîne ziman û êdî gotina ‘ev tecrîd binpêkirina mafêmirovane’ qels dimîne. Mîchela wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şertên girtina birêz Ocalan dijhiqûqiye. Gotina ‘binpêkirine’ jî êdî qels dimîne. Der barê rewş û şertên birêz Ocalan de tû agahî nayên dayîn. Li gorî qanûnan15 cezayê hucreyê Îşkence  tê hesibandin. Lê gelo ev hucra 24 sale didome wê çawa bê nirxadin?”
 
Seferberiya siyasî û çandî hat îlankirin
 
Mîchela bername û çalakiyên ku wê bi wesîleya salvegera komployê li Îtalyayê pêk bînin de axivî û daxuyakirin ku wê li 11 bajarên Îtalyayê çalaki û konferans pêk bên. Ev çend heftene li Îtalyayê li her derê Îtalyayê li dijî tecrîd û komployê çalaki pêk tên. Di 13’ê îlonê de li Mîlano çalakiyek mezin hat kirin. di 8’ê cotmehê de li Romayê wê yek din bê kirin.Dirûşmeya me jî ‘dema hêviyê ye’. Me ji bo şermezarkirinê seferberiya siyasî û çandî îlan kir. Di 10’ê cotmheê de em koferansek mezin pêk tînin. 11 bajar wê tevli bibin. Roma, Milano, Torino, Bologna, Floransa, Pisa, Rovigo, Palermo, Campobasso, Cenova, Bari û Ghizalda. Bi saya Enformasyona Kurdistanê ya Îtalyayê wê bername pêk bên.” 
 
‘Dewlet qanûnan ji bo tûnekirina muxalîfan bi kar tîne’
 
Mîchela destnîşan kir ku wê têkoşîna li dijî tecrîdê li her qadê bidomînin û got saziyên navneteweyî û dewlet jî nirxên hiqûqa gerdunî û mafê mirovan ji bo berjewendiyên siyasî feda dikin.Mîchela wiha anî ziman: “Mafê mirovan ji bo berjwendiyên siyasî tên feda kirin.  Çareserî bi birêz Abdullah Ocalan re ye. Ji bo çareseriyê tişta ku ewil divê bê kirin bidawîkirina tecrîdê ye. Divê tecrîd demildest bidawî be.”