ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2023'YAN

  • 09:00 6 Cotmeh 2023
  • Rojev
 
*Hunermend Bermal Çem a pirtûka "Çemê Stranan" derxist, bal kişand ser girîngî û taybetmendiya ziman, wejê, çand û xwedîderketina li hunerê. Bermalê da zanîn ji dîrokê heta roja me ya îro, li ser çand û hunerê şerekî qirkirinê heye û got:"Bi hunerê gelek kesî berê xwe dan rêya azadiyê. Lewma tirsa dijmin a herî mezin çand û huner e. Heta gelek bi zimanê xwe biaxive tune nabe lê netewek bi mîlyonan jî hebe ger bi zimanê xwe neaxive ew netew mirî ye ango eydê netewekî din e." DÎMEN HEYE
 
*Venasînên jineolojiyê ji ber vê girîng in. Jineolojî li dijî feraseta zanista pozîtîvîst a heyî ye. Jineolojî wek alternatîfa li dijî vê feraseta zanista pozîtîvîst e. Ji pirsgirêkên hebûnê re li çareseriyan digere û alternatifan hildiberîne. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Hevseroka DBP'ê Hasîbe Yazdik derbarê helwesta şer a PDK’ê û yekitiya neteweyî ya gelê Kurd de nirxandin kir û got ku ji ber PDK siyaseteke bikaribe pêşiya xwe bibîne ya berfireh nake tenê li berjewendiyên xwe difikire û li pêşiya yekitiya netweyî ya gelê Kurd dibe asteng. DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta TJA’yê Zubeyde Gulsul diyar kir ku bi komploya 9’ê Cotmehê ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat, hewl dan ku pêşî li fikr û paradgîma wî bigirin ku li cîhanê pêş nekeve û got: “Birêz Ocalan ku ji bo gelên Rojhilata Navîn ilhama têkoşîna azadiyê bû, komplo pêk anîn û ev darbeyek li fikrên wî bû. Ez bang li hemû kesî dikim ku dengê xwe li dijî vê tecrîdê bilind bikin. Gelê Kurd azadiya Birêz Ocalan dixwaze.” BI DÎMEN 
 
*Li Çewlîgê ku bi taybet zarokên keç bi zor dişînin qursên Kuranê û temenê biçûk de tên zewicandin, di bin navê ol de  zext li wan tên kirin. DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Ruşen Seydaoglu, bal kişand binçavkirin û cezayên li rojnamegeran tê birîn û got: "Yek ji lingê herî xurt yê civakê li ser piyan dihêle çapemeniya azad e. Ji ber vê jî divê têkoşîna hiqûqî jî ya civakî jî ya azadiyê jî di vê esasê de bê meşandin.” BI DÎMEN 
 
*Jinên Platforma Jina a Şahmran tacîz û destdirêjiya leşker û polîsan ku çarçoveya şerê taybet de zêde bûye nirxandin û got: “Ji bo pêşxistina hestiyariya civakî divê bixebitin. Divê rêxistinbûna civakî bê avakirin.” BI DÎMEN 
 
*Endama Komeleya Parêzerên Mafên Mirovan a Cîhên û Demorkasiyê ya Ewropayê (ELDH) Mîchela Arrîcale, der barê 9’ê cotmehê komploya navneteweyî de axivî û got wê li gelek bajarên Îtalyayê çalakî û daxuyanî bên dayîn. Mîchela got ji bo çarseriyê divê tecrîd bi dawî bibe.