Li Dihokê jinek hat qetilkirin

  • 16:31 28 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundekî parêzgeha Dihokê kesekî gule li  jina pê re zewicî û zarokên xwe barand. Di encamê de hevjîna wî jiyana xwe ji dest da û du zarokên wî jî birîndar bûn.
 
Îro li gundekî ser bi bajaroka Mangîşk a girêdayî Dihokê mêrek gule li jina pê re zewicî û zarokên xwe barand.
 
Li gor zanyariyan di encama gulebaranê de hevjîna wî jiyana xwe ji dest da û du zarokên wî jî birîndar bûn.
 
Heta niha polîsên Dihokê ti daxuyaniyek li ser bûyerê nedane û kujer jî nehatiye girtin. Hat gotin her du zarokên birîndar rakirine nexweşxaneyê.