Li Îranê ji bo Armîtayê protesto mezin dibin

  • 20:37 5 Cotmeh 2023
  • Rojane
WAN – Ji bo Armîta Grawan ya li Tehranê di encama êrîşa polîsan de bi giranî birîndar bû, çalakiyên protestoyî yên hatibûn destpêkirin her diçe mezin dibin.
 
Di 1’ê cotmehê de li Tehran a Îranê jina bi navê Armîta Grawan ku ji bo biçe dibistanê li metroyê siwar bû li îstasyonê ji aliyê ‘polîsên ahlaqê’  bi giranî hat birîndarkirin. Çalakiyên ji bo Armîta hatin destpêkirin her diçin mezin dibin. 
 
Xetereya jiyana Armîta didome û li Îranê protesto li her derê belav bûne.