Komeleya Jinan a Rosa kongreya xwe pêk anî

  • 16:08 5 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
AMED - Komeleya Jinan Rosa bi dirûşma “Li hemberê tûndiya li ser jinê, jin tekoşînê dihûnin” kongreya xwe ya awarte li dar xist. 
 
Bi dirûşma “Li hemberê tûndiya li ser jinê, jin tekoşînê dihûnin” Komeleya Jinan a Rosa kongreya xwe ya awarte li dar xist. Kongre li Cemîyeta Rojnamegeran pêk hat. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevserokên partiyên siyasî yên Amedê, parlamentera Partiya Çep a Kesk Adalet Kaya, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jin tevlî kongreyê bûn. 
 
Aktîvîsta TJA'yê Tûlîn Aydaz, di kongreyê de bi bîranîna Nagîhan Akarsel dest bi axaftina xwe kir. Nagîhan, daxuyand ku Komeleya Jinan a Rosa 5 sal in kedek mezin da û bi 7 kesan destpê kir û niha xwe gihan bi hezaran jinê. Tûlîn, da zanîn ku niha bû mala bi hezaran jinê û got: "Her tim gotinek me hebû, hêza me ya guhertinê hebû. Em serkeftinê ji bo hevalên xwe yên nû dixwazin." 
 
Piştre parlamenter Adalet Kaya nameya Ayla Akat Ata ya girtî xwend. Piştî axaftinan seroka komeleyê hat bijartin. Suzan Îşbîlen wek seroka Komeleya Jinan a Rosa hat bijartin.
 
Kongre bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û bi tilîliyan bi dawî bû.