Foza Yusuf êrişên hewayî şermezar kir: Ev sûcê şer e

  • 15:32 5 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN -  Êrişên li hemberî santrala ceyranê û stasyona petrolê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yusuf derbarê êrişan de wiha got: "Hêzên navnetewî û herêmî ku dijî êrişan bêdeng in û peymanan bicîh nayîn jî berpirsên kuştina sivîlan in. Em bang li gelê xwe dikin ku destkeftiyên xwe biparêzin.” 
 
Êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Tirk Hakan Fîdan, dewleta tirk di êrişên xwe de santrala ceyranê û stasyona petrolê hedef girt. Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yusuf destnîşan kir pêwîste hemû kes dijî êrişên ku gel, xak û rûmeta herêmê dikin hedef rabin ser piyan, dengê xwe bilind bike. 
 
Êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê dikin
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê; mezreya Mişêrfe Himê ya Hesekê, wesayîteke li ser rêgeha Himê, stasyona Himê, derdora kampa Waşokanî, gundê Tiwêla yê Til Temirê, bendava li gundê Til Hebeş û ya li navçeya Çilaxa ya Qamişloyê 11 caran hatin bombebarankirin. Di encama bombebarankirina mezraya Mişêrfe Hime ya li ser rêya Til Temir-Hesekê de welatiyên bi navên Elî Hemo Naso (70), Beşîr Îsa Hemîd (49), Ebdulezîz El Mihemed û Ednan Behro Ebdullah birîndar bûn. 
 
Santrala Ceyranê ya Bendava Xerbî de Hesekê jî bi Balafirên Biçek û Bêmirov hate bombebarankirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku beşeke mezin a Hesekê û çoltarên wê ceyrana xwe ji vê santralê pêşwazî dike. 
 
Her wiha stasyona petrolê ya Seîde ya bajarê Tirbespiye ya Kantona Qamişlo jî hate bombebarankirin. Stasyona petrolê ya Seîdê ya li Tirbespiyê ku li herêmê girîngtirîn avahiya stratejîk e û ji 2 stasyonên sereke pêk tê, di heman demê de ceyranê dide kuleyên ragihandinê yên zêdetirî 15 gundên bakurê navçeyê. 
 
Balafiran istasyona kehrebe ya li taxa Meysenun, gundê Sêgirka yên girêdayî bajarê Qamişlo bombebaran kirin. Di encama êrîşê de li istasyona kehrebeyê şewat derket.
 
'Armanc dikin ku herêmê vala bikin'
 
Foza Yusuf derbarê êrişên dewleta Tirk de ji ANHA’yê re axivî. Foza, destnîşan kir ku êrişên dawî yên dewleta Tirk domandina şerê nîjadkujiyê ku dijî Gelê Kurd û gelên herêmê dide meşandin e û got: “Hedefgirtina sivîlan û binesaziyê binpêkirina peymanên navnetewî û biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Ev sûcekî şer e. Armanca wan ew e ku herêmê ji xwediyên wê vala bikin." 
 
Foza, bal kişand ku Hikûmeta Şamê heta niha têkildarî êrîşan helwestek nîşan nedaye û wiha dom kir: “Li hemberî êrişên ku axa Sûriyeyê û welatiyên wê yên bi rûmet dikin hedef bêdengî cihê şermê ye, ji berpirsyariyê dûr e. Hikûmeta Sûriyeyê ji parastina sînorên berpirsyar e, pêwîste erkên xwe bicîh bîne.”
 
'Berpirsên kuştina sivîlan in'
 
Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza, dewleta Tirk wekî “DAIŞ’a nû” pênase kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkayên wê yên terorîstî ne tenê gelê me, ji bo tevahiya cîhanê tehdîdek e. Tirkiye ji bo komên radîkal bûye stargehek, ji bo hêzên demokratîk jî bûye girtîgeh. Hêzên navnetewî û herêmî ku dijî êrişan bêdeng in û peymanan bicîh nayîn jî berpirsên kuştina sivîlan in.” 
 
'Roja piştevaniya neteweyî ye'
 
Foza, da zanîn ku ji hemû cîhanê re eşkere dibêjin ku tu êrişek nikare yekîtî û îradeya  bihejîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li gel dikin, pêwîste gelê me rabe ser piyan û dijî van êrişên ku ax û rûmeta me dikin hedef dengê xwe bilind bikin, dijî dijmin bibin yek. Em ê bi îradeya gel dijî hemû êrişan bisekinin û destkeftiyên xwe biparêzin. Divê gel xwedî li saziyên xwe derkeve; ev roja yekrêzî û piştevaniya netewî ye.”