Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin

  • 14:58 5 Cotmeh 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Halîse Aksoy a ku bi hestiyên lawê xwe Egît Îpek di qutiyê de wergirtibû û ketibû rojevê girtî ye. Danişîna ewil a Halîseyê sibê dê bê lidarxistin. 
 
Halîse Aksoy dayika endamê HPG’ê Egît Îpek e. Egît Îpek li Dêrsimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû. Halîse Aksoy bi wergirtina hestiyên lawê xwe yên di qutiyê de ketibû rojevê. Halîse di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin, di meha nîsanê de hatibû girtin. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” der barê Halîse Aksoy de doz hat vekirin û ji 7 sal û nîvan heta 15 salan ceza jê re tê xwestin. Danşîna ewil a doza Halîseyê dê sibê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. 
 
Di heman demê de gelek nexweşîn jî li Halîse Aksoy peyda bûne û nexweşîn li di nav şertên girtîgehê de bandorek neyînî li ser tenduristiya wê dikin. 
 
Parêzera Halîseyê Zeynep Karayilan banga beşdariya doza miwekîlê xwe kir û destnîşan kir ku tu delîlek şênber û hiqûqî nîne ku mweikîla wê girtî bê darizandin. Zeynep da zanîn ku Halîse Aksoy û keç xwe Mizgîn Karataş bi hev re hatine girtin û girtin û darizandina wan li dijî hiqûqê ye û hiqûqa cezayê dijminatiyê li wan tê sepandin. Zeynep xwest miwekîla wê Halîse were berdan.