Ligel raporê dadgeriyê ji bo êrişa zayedî got 'Delîl tune ye'

  • 14:38 5 Cotmeh 2023
  • Hiqûq
 
STENBOL - Ji bo Ayhan Şengulerê ku destdirêjî li zaroka xwe kiriye biryara "neşopandinê" hat dayîn, dayika zarokê H. Şengulerê ku di di pêvajoya hevberdanê de ye jî diyar kir ku her çend di raporê de hatibe gotin ku "sûcê êrişa zayendî" heye jî, nayê qebûlkirin ku dadgehê biryareke wiha bide.
 
Hat diyarkirin ku berpirsê Weqfa Xizmeta Quranê Ayhan Şengûler êrişa zayendî li zarokê xwe kiriye. Di çarçoveya lêpirsîna ku der barê bûyera ku di encama giliyê dayika zarokê H. Şenguler de hat vekirin de, 2'yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Anadoluyê ya Stenbolê bi hinceta "delîl têr nîn in" biryara girtina dosyayê da. 
 
Li gorî nûçeya Bîrgunê, H. Şenguler di 20'ê Sibatê de serî li Midûriyeta Emniyetê ya Çekmekoyê da û derbarê Ayhan Şenguler de gilî kir. H., di emniyetê îfade da û diyar kir ku doza hevberdanê vekiriye, li avahiya Weqfa Xizmetên Kuranê ya Ihlamurkaya ya Umraniyeyê bi destdirêjiya Ayhanê re rûbirû maye. Piştî ku bi zorê ji hêla malbatê ve hatiye zewicandin jî bi sîstematîk şîdeta fîzîkî û psîkolojîk re rûbirû maye. H. di îfadeya xwe de bal kişand ser destdirêjiya li hemberî zoraka xwe jî.  Piştî giliya H. di 1'ê Sibatê de bi talîmata dozgeriyê zarok şandin Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdê ya Pendîkê ya Zanîngeha Marmarayê. Rapora ku ji hêla pedegok û zanyaran ve hatî amadekirin de hat diyar kirin ku zarok bi "Bi êrişa zayendî û şîdetê re rûbirû maye' hat dayîn. Piştî raporê di 22'yê Sibatê de derbarê Ayhan Şenguler de bi sûcê "Êrişa zayendî ya li hemberî zarokê" îdianame hat amadekirin û daxwaza girtina kiryar hat kirin. 
 
2'yemîn Dadgeha Cezayê Sulh a Anadolu ya Stenbolê jî bi hinceta doza hevberdanê didome û navnîşana wê heye daxwaza girtinê red kir û qedexeya derketina li derveyî welat û mehek jî cezayê hepsa malê da. Piştî mehek şunde di 28'ê Adarê de biryarên ku derbarê kiryar Ayhan Şenguler de hatî dayîn hat betalkirin. Di 5'ê Nîsanê de jî bi hinceta ku "Delîl kem in" biryara girtina dosyayê dan. 
 
H, a ku bi tesadufî biryara ku hatî dayîn hîn bû diyar kir ku ne tenê zarok ew bi xwe jî gelek caran bi destdirêjiyê re rûbirû meye. H., bertek nîşanî biryarê da û da zanîn ku dozger berpirsiyariya xwe pêk neaniye û gotinên zarok ji xwe delîl in, rewşa derûnî ya zarok û gotinên zarok bi xwe delîl in.