21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin

  • 11:16 5 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
STENBOL - 21 kesên piştî çalakiya li dijî Wezareta Karên Hundir a Dewleta Tirk li Stenbol û Kirklareliyê hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. 
 
Di 1’ê cotmehê de li dijî Midûriyeta Giştî ya li qada Wezareta Karên Hundir a Dewleta Tirk bi çekên giran û bombeyan çalakî hatibû lidarxistin. Piştî çalakiyê di 2’yê cotmehê de polîsan li Stenbol û Kirklareliyê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 21 kes hatibûn binçavkirin. Binçavkiriyên ku 4 rojin li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên ragirtin, sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. 
 
Hat zanîn ku di îfadeyên li emniyetê de têkildarî name û pereyên ji girtîgehan re hatine şandin pirs hatine kirin. 
 
Piştî çalakiya li Enqereyê, li 18 bajaran bi ser malan de hatibû girtin û bi sedan kes hatibûn binçavkirin.