Li dijî komployê wê di 8’ê cotmehê de li Kadikoyê bin

  • 09:29 5 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Nûnerên saziyan di 25’emîn salvegera komployê de bi şîara ‘heta tecrîd bê şikandin wê meşa me ya azadiyê bidome’ di 8’ê cotmehê de li ber Peykerê Boga ya Kadikoyê wê bên gel hev û daxuyaniyekê bidin. Nûnerên saziyan gotin: “Em ne tenê dengê Abdullah Ocalan em azadiya fîzîkî jî dixwazin. Her kesê aştiyê dixwazin divê wê rojê li wir bin. Em li benda hemûyan e.”
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gean (HDP), Partiya Çep a Kesk,  partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştevaniya Alîkariya Xizmên Girtiyan ya Anadolu (ANYAKAYDER), Komeleya Piştevanî û Alîkariya Xizmên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAYDER), Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Navenda Çanda Mezopotamya (MKM), Komeleya Lêkolînê ya Kurd (Enstîtûya Kurdî) û Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER),  di salvegera 9’ê cotmehê komploy anavnetweyî de wê bi şîara ‘hete tecrîd neşkê wê meşa azadiyê bidome’ di 8’ê cotmehê de li ber Peykerê Boga yê Kadikoyê wê bên gel hev û daxuyaniyekê bidin.
 
Nûnera NÇM’ê Dîla Suyu  û nûnera Alinterî Muruvet Kuçuk der barê çalakiyê de axivîn.
 
Komployê pêşî li paradîgmayê negirt!
 
 Dîlanê da zanîn ku armanca komployê ev bû ku pêşî li paradigmaya ‘demokratîk, azadiya jine û ekolojîst’ a Abdullah Oclaan bê girtin û Abdullah Ocalan komployê vala derbixe jî hîna tê berdewamkirin. Dîlanê wiha domand: “Mekanîzmayên navneteweyî pêk nayên. Gavên hiqûqî nayên avêtin. Ev parçeyên komployê ne. Azadiya Birêz Ocalan azadiya hemû gelane. Paradîgma wî ji aliyê hemû kesî ve qebûlkirin.”
 
Divê di daxwaza azadiyê de israr hebe!
 
Dîlanê destnîşan kir ku 31 mehe tû agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û ji ber tecrîda giran hemû civak bi bandor bûye û got: “Bi salane em der barê çand û zimanê Kurd de xebatan dimeşînin. Em li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ne.  Tecrîdê bandorek mezin li ser her qadê kiriye. Li ser qada hunerê jî kiriye. Lê çareserî eve ku divê em di azadiyê de israr bikin.
 
Dîlanê bal kişand ser rola Abdullah Ocalan ya di aştiyê de û ji bo çalakiya wêk bînin ev bang kir: “Yekane daxwaza me aştiya fîzîkî ya Abdullah Ocalane. Em azadiya wî dixwazin. Divê tecrîd bê rakirin. Ji bo vê gav bên avêtin. Em hemû kesî di 8’ê cotmehê de dipên ber Peykerê Boga yê Kadikoyê. Bila her kes wê rojê li wir cihê xwe bigire.”
 
Ji bo tevlibûna çalakiyê bang
 
Muruvet Kuçuk jî wiha nêrîna xwe anî ziman: “Tecrîda li Îmraliyê bandor li ser hemû girtîgehan û aliyên civakê kiriye. Tecrîda li Îmraliyê li hemû qadên jiyanê belav bûye. Jin, karker, ciwan dema li mafên xwe digerin tên tehdîskirin. Tên girtin. Rastî zextan tên. Divê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan her kes berpirsyariya xwe bîne cih.Ez bang li hemû kesî dikim. Divê ji bo şikandina tecrîdê berxwe bidin. Divê desthilatdarî ji bo çareseriyê gavên erênî bavêje. Em her kesî 8’ê cotmehê de dipên çalakiyê.”