Laura Castel: Divê Abdullah Ocalan lîderiya muzakereyê bike

  • 09:24 5 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL- Endama Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetweyî Laura Castel bang li Konseya Ewropayê kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk bê û müzakere dest pê bikin û got: “Parlamenter  dikarin der barê Ocalan de pirsan ji Konseya Ewropayê bikin û ji bo aştiyê daxwazê bikin. Bi vî awayî dikare tecrîda li Îmraliyê bikeve rojevê.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Oclaan di 9’ê cotmeha 1998’an de bi piştgiriya hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de jî bi komployê radestê Tirkiyeyê hat kirin. Komplo dikeve 25 saliya xwe. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal e li Îmraliyê girtî ye, 30 meh e tû agahî jê nayên girtin. Ne malbat ne parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Serlêdanên ji bo hevdîtinê jî tên redkirin. 
 
Li dijî vê dijhiqûqiya mezin û tecrîdê ji her derê cîhanê hiqûqnas, parêzvanên maf banga pêkhatina hevdîtinê dikin. Lê ne erênî ne jî neyin bersiv nayên dayîn û bi biryarên kêfî tên astengkirin. Ji sê welatên cuda heyeteke ji sê kesî pêk dihat ya bi navê ‘Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî’ pêk dihat di 11-12’ê Gulanê de li Stenbolê serdan pêk anîn. Heyet 2 rojan çû serdana  6 saziyan û balkişandibûn ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê.
 
Nûneriya Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê û Cigira Serokê Koma Çep a Konseya Ewropayê û herwiha Endama Komîteya Şopandinê Laura Castel ya di heyete de cih digirt der barê xebatên xwe û tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
 Armanc piştgiriya ji bo pêvajoya aştiyê ye
 
Laura da zanîn ku ji bo di mijara mafên mirovan a li Tirkiyeyê lêkolîn bikin heyetek ava kirine û got: “Me rapora xwe di 17’ê Gulanê de li Reykjavîk a Îzlandayê di 4’emîn Zîrveya Konseya Ewropayê de pêşkêş kir. ‘Hewldana Freedom for Ocalan – Peace in Kurdistan – Ji Ocalan re Azadî – Hewldana Aştiyê ya Navnetewseyî ya li Kurdsitanê’, li Tirkiyeyê bi rêxistinên maf re bi hevkarî xebat dimeşand û dîsa kevneşopiya hewldana navneteweyî ya delegasyona berê dimeşand. Armanca me li Tirkiyeyê agahî kom kirin bû. Di 2015’an de hikûmet aTirk di carekê de pêvajoya aştiyê bidawî kirin. Me serdan pêk anîn ku em piştgiriyê bidin pêvajoyeke aştiyê.”
 
‘Divê Abdullah Ocalan bê berdan’
 
Laura diyar kir ku bi Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Dayikên Şemiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA),  Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MAYTUHAYDER)  û girtiyên 30 salan girtî mane û  hatine tahliyekirin re hevdîtin kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe, " Armanca me ev bû ku em şert û mercên girtiyên siyasî têde ne bû bibînin. Hemû kesên me pê re hevdîtin kirin, diyar kirin ku di rewşa pirsgirêka Kurd çareser bibe de wê Tirkiye demokratîk bibe û pêşî li aştiyê bê vekirin. Tişta divê bê kirin, bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan e û berdana wî ye.”
 
‘Mînakek din tûne ye’
 
Laura di berdewamiya axaftina xwe de bal dikşîne ser girtîgeha Îmraliyê û wiha vedibêje: “Tecrîda li ser Ocalan mînaka wê tûne ye. Ji roja pêvajoya Îmraliyê destpêkiriye li Tirkiyeyê 20 sale mafên mirovan û hiqûq tûne ye. Parêzer û malbat nikarin hevdînê bikin û tû agahî nikarin jê bigirin.  Ji bo serdanê daxwazanme tên dayîn, serlêdan tên kirin lê hemû tên redkirin. Tecrîda li Îmraliyê gihiştiye asta îşkenceyê.”
 
Tecrîd ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê pirsî’
 
Laura destnîşan kir ku piştî vegeriyaye Ispanyayê ji ber hilbijartinên herêmî xebatek aktîf nemeşandiye û got bang li Konseya Ewropayê kirine ku ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê piştigriyê bidin û ev tişt anî ziman: “Di hezîrana 2023’an de me ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê pirs pirsîn. Min got tecrîdeke wisa giran ya li ser girtî tê wateya binpêkirina Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê. Em niha li bendê bersiva Komîteya Wezîrane."
 
Ji bo KE’yê bang
 
Laura wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilatdariya AKP’ê li şûna çareseriya pirsgirêka Kurd di polîtîka şer de israr dike. Krîzên tên jiyîn ancax bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêkane. Divê rayedarên Tirkiyeyê li gorî rêgezên gerdunî yên hiqûqê tevbigerin û dest ji polîtîka îşkence û tecrîdê berdin. Ez bang li Konseya Ewropayê dikim. Divê organîzmayên Konseya Ewropayê di vê mijarê de rewşa Ocalan bipirsin û daxwaza avakirina aştiya civakî bikin.”