Hedefa kampanyaya TJA’yê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e!

  • 09:23 5 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn 
 
STENBOL - TJA’yê bi dirûşma ‘Bi Jin Jiyan Azadiyê ber bi Azadiyê ve’ starta kampanya xwe da. Aktîvîsta TJA’yê Felek Erdem da zanîn ku hedefa wan azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Adullah Ocalan e û bang li hemû jinan kir ku di xebatên ku wê tax bi tax bên meşandin de cih bigirin û bi hev re têbikoşin.
 
 Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma ‘Bi Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Azadiyê Ve’ di 19’ê îlonê de starta kampanyek nû da. Kapnaya wê heta 8’ê Adarê bidome û ji bo azadiya fîkîzî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk bê û ji bo ku tecrîd bê bidawîkirin dê xebatan bimeşîne.
 
Aktîvîsta TJA’yê Felek Erdem der barê kampanyayê de ji JINNEWS’ê re axivî. 
 
Wê li dora ‘Jin jiyan Azadî’ bên gel hev
 
 Felekê da zanîn ku 6 mehan wê rojeva wan bidwîkirina  tecrîdê be û wiha dirêjî daye: “Me li sê bajaran starta kampanyayê da. Me li Rihayê ku bajarê Abdullah Ocalan bû û şerê taybet lê tê meşandin, li Şirnexê bi armanca em balê bikşînin ser îxaneta PDK’ê û qirkina xwezayê û li Stenbolê me start da. 6 mehan wê rojeva me tecrîd, qirkirina xweza û jinê, tûndiya li ser jinê be. Em ê li dijî polîtîkayên şer xeta têkoşînê ava bikin. Em bi gotina ‘em ê sedasla 21’ê bikin sedsala jinê’ têbikoşin. Di vê dema ku felsefeya ‘jin jiyan azadî’ li cîhanê mezin bûye, em ê li dora dirûşma  'Jin jiyan azadî' bên gel hev."
 
‘Çareserî Abdullah Ocalan e’
 
Felekê da zanîn ku ji bo ji nû ve pêvajoya aştiyê be avakirin divê azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê pêk bê û wiha domand: “Desthilatdarî çima evqas di tecrîdê de israr dike.Desthilatdarî li dijî xizaniya gel li dijî qirkirina gel bêdeng e. Di dosyayên qetilkirina jinan de bêdeniya xwe de israr dike. polîtîka bêcezahiştinê pêk tîne. Bêguman ev hemû girêdayê tecrîdê ne. Desthilatdarî civak û jina xwedî hişmendî naxwaze.   Tecrîd bê bidawîkirin wê azadî jî pêk bê.  Çareseriya pirsgirêkan Abdullah Ocalan e.”
 
Tax bi tax xebat
 
Felekê destnîşan kir ku bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ku fikriyata Rêberê PKK’ê ye, tevgera jinan bi salane têdikoşIYA û herî dawî bi berxwedana li Rojhilat re ev felsefe li cîhanê belav bû. Felekê ev tişt anî ziman: “ Ji ber vê dirûşmeya me ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi Azadiyê’ ye.  Jin Jiyan Azadî felsefeya Abdullah Ocalan e. Li her çar alî Tirkiye û Kurdistanê  Tirkiyeyê ev felsefe bûye dirûşme û êdî bûye jiyan. Em ê di xebatên 6 mehan de bi ‘jin jiyan azadî’ li taxan xebat û berxwedana xwe mezin bikin. Heta 25’ê Mijdarê em jin em ê deng û tilîliyên xwe mezin bikin.”
 
‘Hedef azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e’
 
Felekê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku wê li her qada jiyanê xebatên xwe bimeşînin û got wê bi pradîdma demokratîk, azadiya jinê û ekolojist têkşoînê bimeşînin û got hedefa wan bidawîkirina tecrîdê ye û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.
 
Banga têkoşînê
 
Felekê di dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Têkoşîna me bi kampanyayê sînor namîne. Em ê xeta têkoşînê roj bi roj mezin bikin. Roja me starta kampanyayê da hemû rêxistinên jinan piştgirî dan me. Rêxistina jinan Jin Bihev re Xurtin, jinên femînîst peyama piştgiriyê dan me. Ez bang li hemû jinan dikim ku em li dora kampanyayê bên gel hev. Pirsgirêk yekin. Divê têkoşîna me yekbûyî be. Bi hev re em ê encamê bigirin.”