ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN

  • 09:00 5 Cotmeh 2023
  • Rojev
 
*Dayika Arîn Mîrkan Wehîde Hiso Henan û Endama Koordînasyona Kongra Star a Taxa Şêxmeqsûdê, Fehîme Hemo têkildarî 9'emîn salvegera Arîn Mîrkan de bal kişandin ser berxwedana Arînê û wiha gotin:"Bi çalakiya Arîn Mîrkan dîroka nû ya jinan hat nivîsandin. Em çalakiya Arînê serbild in." DÎMEN HEYE
 
*Di çarçoveya şerê taybet de her roj li Kurdistanê rêbazek tê ceribandin. Ve carê jî nîvê şevê diçin li ber deriyê mala Hazal Bayram û dixwazin ji bo testa DNA'yê li ATK'ê xwîn bide. Hazal, diyar kir ku ev rêbaz ji bo afirandina tirs û fikaran e û vê yekê qebûl nakin. BI DÎMEN
 
*Edîtora Rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglu der barê têkoşîna rojnamegerên jin ên kurd û 7’ê cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd de nirxandin kir û da zanîn ku bi hevalên jin re hewcedarî bi xurtkirina vê mewziyê heye. BI DÎMEN 
 
*TJA’yê bi dirûşma ‘Bi Jin Jiyan Azadiyê ber bi Azadiyê ve’ starta kampanya xwe da. Aktîvîsta TJA’yê Felek Erdem da zanîn ku hedefa wan azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Adullah Ocalan e û bang li hemû jinan kir ku di xebatên ku wê tax bi tax bên meşandin de cih bigirin û bi hev re têbikoşin. DÎMEN HEYE
 
*Şaredariya Cizîrê Mala Dengbêjan tahsîsê Midûriyeta Perwerdê ya Mîllî kir, dengbêj Sîsê Şaybak diyar kir ku bi vê yeke dixwazin Gelê Kurd û çanda kurd tune bikin. BI DÎMEN 
 
*Endama Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navnetweyî Laura Castel bang li Konseya Ewropayê kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk bê û müzakere dest pê bikin û got: “Parlamenter  dikarin der barê Ocalan de pirsan ji Konseya Ewropayê bikin û ji bo aştiyê daxwazê bikin. Bi vî awayî dikare tecrîda li Îmraliyê bikeve rojevê.”
 
*Nûnerên saziyan di 25’emîn salvegera komployê de bi şîara ‘heta tecrîd bê şikandin wê meşa me ya azadiyê bidome’ di 8’ê cotmehê de li ber Peykerê Boga ya Kadikoyê wê bên gel hev û daxuyaniyekê bidin. Nûnerên saziyan gotin: “Em ne tenê dengê Abdullah Ocalan em azadiya fîzîkî jî dixwazin. Her kesê aştiyê dixwazin divê wê rojê li wir bin. Em li benda hemûyan e.”
 
*Dayika Aştiyê Besna Gunay ku 25 sal in li dijî komploya 9’ê Cotmehê ya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ye wiha got: “Abdullah Ocalan rêberê wekhevî û mirovahiyê ye. 25 sal berê gelek kes hatin girtin derketin çiya. Li hundir kes neman. Kes li mala xwe rûnenişt. Her kes di çalakiyê de bû.” DÎMEN HEYE