Li Wanê barana zêde bandor li jiyanê dike

  • 18:07 4 Cotmeh 2023
  • Rojane
WAN – Li Wanê 3 roj in di encama barana dijwar ku dibare de lehî rabû û ji ber lehiyê dikanên esnafan di bi lehiyê de man. 
 
Li Wanê 3 rojin ku ji ber barana dijwar dibare, welatî ji ber lehî û baranê neyînî bandor bûn. Barana ku dem bi dem dibare dike, rogar xitimîn û avê avêt û ji ber baranê trafîkê de pirsgirêk derkeve. Ji ber baranê welatî ku zehmetiyê dikişînin, di heman demê de herî zêde jî esnaf jê bandor bûn. 
 
Esnaf mexdûr in 
 
Li navçeya Rêya Armûşê , Bazara Gel a Tûşbayê ji ber baranê di bin lehiyê de man û her wiha di meha Nîsanê de jî Bazara Gel de şewat derketibû. Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Wanê Mahmut Dundar  û rêvebiriya Tûşbayê, serdana Bazara Gel kir. Esnafan bertek nîşan da û anîn zima  ku waliyê piştî şewatê soz daye wan ku di rewşên bi vê rengê de alîkariya wan bike, lê heta niha tu tiştî nekiriye û soza xwe pêk neaniye.