Peyama wê têkoşîna Nagîhanê mezin bikin hat dayîn

  • 16:53 4 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di bîranîna ku bi minasebeta yememîn salvegera Endama Navenda Lêkolînên JIneolojiyê û Rojnameger û Nivîskar Nagîhan Akarsel de hat kirin, peyama mezinkirina têkoşîna Naghanê hat dayîn.
 
Endama Navenda Jinelolojiyê û Rojnameger û Nivîskar Nagîhan Akarsel a ku di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li başûrê Kurdistanê lê bajarê Silêmanî hat qetilkirin di yekemîn salvegera qetilkirina xwe de li gelek bajaran hat bîranîn
 
Wan
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinen Azad (TJA) gelek kes tevlî çalakiya bîranînê bûn. Li salona ku wê çalakî lê bê lidarxistin, wêneyên Nagihanê hatin daliqandin.
 
'Têkoşîn wê bidome'
 
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Têkildarî wateya rojê, aktîvîsta TJA'yê Hatîce Kiye bi bîranîna Nagîhana hatî qetilkirin dest bi axaftina xwe kir. Hatîce diyar kir ku bi qetilkirina Nagîhan a li Silêmanî re êrîş li têkoşînê hatiye kirin û hatiye xwestin ku têkoşîn bê paşvexistin, ji ber ku ev bajar bajarekî ku di dîrokê de têkoşîn lê her berdewam e. Hatîce bi bîr xist ku piştî qetilkirina Nagîhanê Evîn Goyî jî li Parîsê hat qetilkirin û wiha got: “Lê belê nikarin têkoşînê paşve bixin. Ji ber ku em ê li cihê ku wan hiştiye têkoşînê bidomînin."
 
'Nirxên civaka azad hedef tên girtin'
 
Piştre endama Desteya Edîtoran a Kovara Jineolojiyê Neslihan Şedal ku gotara Nagihan di kovara Jineoloji de xwend, xemgîniya xwe ya ji bo her yek ji hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane anî ziman. Neslîhan got, “Bi qetilkirina Nagihan re ne tenê jinek hat xwestin bê qetilkirin. Bi qetilkirina Nagîhan re têkoşîna jinan a ku Nagîhanê pêşengtiya wê dikir hedef hat girtin. Nasnameya jina azad hedef hat. Nirxên civaka azad hedef hatin giritn."
 
Piştî axaftinan bîranîn bi sînevîzyona ku wêneyên jiyana Nagihan tê nîşandan dewam kir.
 
Îzmîr
 
Bîranîna ku li avahiya HDP'ê hat lidarxistin de Parlamentera Partiya Çep a Kesk a  Îzmîrê Burcugulû Çep û gelek jin tevli bûn. 
 
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û sînevîzyon hat nîşandan. Piştre aktîvîsta TJA'yê Emîne Bozadağ beşek ji nivîsên Nagihanê xwend.
 
Burcugul a ku piştre mafê axaftinê girt, anî ziman ku berê firsenda hevdîtina bi Nagîhanê re hebû û got “Her tim behsa hevalên jiyana xwe ji dest dane kirin zehmet e. Axaftina li pişt Nagihan hîn dijwartir e. Îro jî jiyana ku li her derê Nagihan vedibêje didome. Bi taybetî jî li hemberî jinan qetlîam tên kirin. Lê ev yek wê bi ser nekeve. Hevalên me yên weke Nagîhan têkoşîna jinê li her derê mezin kirin û ji me re mîras hiştin. Li pişt Nagihan gotina 'Jin Jiyan Azadî' gelekî watedar e. "Em ê li cihê ku wê hiştiye bidomînin."
 
Bîranîn piştî axaftinan bi dawî bû.