Nagîhan Akarsel li cihê ku hatibû qetilkirin hat bibîranîn

  • 16:41 4 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - RJAK’ê bi merasîmekê, endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê akademîsyen, nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel li cihê ku hatibû qetilkirin bibîranî.
 
 Bi pêşengiya Rêxistina Jinan a Azadî Kurdistan (RJAK), Tevgera Azadiya Kurdistan, Navenda Pirtûkxaneya Jineolojî û bi beşdariya jinên azadîxwaz û çalakvanan li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê, di yekemîn salvegera qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê akademîsyen, nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel li cihê ku hat qetilkirin bi merasîmek hat bibîranîn.
 
Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên Kurdistanê dest pê kir û Ji aliyê malbatên şehîdan ve mûm hatin pêxistin.
 
Daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Azadiya Kurdistanê Sara Reza ve hat xwendin û wiha hat gotin: “Di rojeke weke îro de Nagîhan Akarsel bi destên dijmin û xiyanetkaran hat şehîdxistin. Nagîhan Akarsel li Başûrê Kurdistanê li gel jinên aliyên siyasî bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî dixebitî. Di aliyê zîhnî de jinan li hemberî aqilê mêrsalarî hişyar dikir. Xeyalên wê ew bûn ku jin dîroka xwe binivîsînin û bibin xwedî arşîva xwe. Qetilkirina jinên pêşeng me ji karê me dûr naxe. Em ê riya azad a şehîd Nagîhan û hemû şehîdên din ên heqîqetê bişopînin.”
 
Çalakvan Şeyda Merûf Nagîhan Akarsel bibîranî û wiha got: “Di hemû qadên jiyanê de jin dibin qurbaniyên sereke. Ger jin yek bin tu êrîş nabe asteng ji bo têkoşîna wan. Di vê rojê de divê jin helwestek wisa raber bikin ku êdî dijmin nikaribe êrîşî jinên azadîxwaz bike. Bi helwesta xwe hewldanên dijmin ên ji bo qetilkirina jinên azadîxwaz asteng bikin. Şehîdxistina jineke azadîxwaz weke Nagîhan Akarsel ku ji bo azadiya jinan têdikoşiya, bi fikrên azad xebat dikir, ji bo xebatên jinan nabe asteng jin hê zêdetir xebatên xwe didin meşandin û bi hêztir dibin. Peyama min ji bo jinên her çar aliyên Kurdistanê ew e ku dest ji vê têkoşînê bernedin. Divê jin li her çar aliyên Kurdistanê li ser şopa Nagîhan Akarsel bimeşin.”