Li Şengalê li ser komploya 9'ê Cotmehê civîn hat lidarxistin

  • 14:14 4 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Dugirê yê Şengalê têkildarî salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de civînek hate lidarxistin.
 
Li gundê Dugirê yê navçeya Sinûnê ya Şengalê, Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidxanê di çarçoveya pêngava “Jin Jiyan Azadî bi ser bixe azadî” de civînek bi beşdariya TAJÊ’ê li ser komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan li dar xist.
 
Di civînê de endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Êzidxanê Hala Şengalî axivî û bal kişand ser komploya 9’ê Cotmehê û wiha got:
 
"Çend sal in rêberê me di nava 4 dîwaran de ye. Serokê me civakê û gel ji bindestî û zordestiyê xilas dike. Ji bo wê jî dijminê hov her ku diçe tecrîdê girantir dike. Dijmin baş dizane ku azadiya fizîkî ya rêbertiyê tê wateya azadiya civakê, ji bo wê jî tecrîdê giran dike. Em weke jinên ciwan û dayik, niha di kîjan astê de ne? Baweriya me bi çi rengî ye? Weke jin li Şengalê çawa em têdikoşin. Ev hemû bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ne.”
 
Hala Şengalî di dewama axaftina xwe de da zanîn ku weke jinên ciwan ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan çi ji destên wan were wê bikin û wiha got: “Eger fikir û felsefeya Rêber Apo beriya fermanê di nava me de hebûya wê ferman nehata serê me. Heta roja îro hê jî jinên Êzidî tên firotin. Îro me ev fikir nas kiriye ji bo wê jî  weke ciwanên Şengalê, çi ji me were xwestin ji bo Rêber Apo em ê bikin. Ji ber ku yê civaka Êzidî anî vê astê Rêber Apo ye.”
 
Piştî axaftinê sînevîzyonek der barê jiyana Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan de hat nîşandan. Civîn bi dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe”, Bijî Serok Apo” bi dawî bû.