Armîta Gîrawend a 16 salî di komayê de ye

  • 13:40 4 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Keça Kurd a 16 salî Armîta Gîrawend ku bi êrişa polîsên Îranê birîndar bû, 3 roj in di komayê de ye.
 
Li gorî medya navxweyî ya Îranê belavkirî, keça Kurd a 16 salî Armîta Girawend li îstasyonek a metroyê ya Tehranê, rastî êrişa ‘Polîsên Exlaq’ ên Îranê hatiye û 3 roj in di komayê de ye.
 
Di 1’ê Cotmehê de ango roja yekşemê Armîta Grawend a 16 salî ku xelkê Kirmaşanê û niştecihê Tehranê ye, piştî li îstasyona metroya Şuheda ya li Tehranê xirabûna tenduristiya wê ketiye komayê û niha rewşa wê giran e.
 
Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ji agahiyên ji şahîdên bûyerê girtî û belavkirî, dema xwendevanên keç diçin stasyona metroyê, hinek polîsan hişyarî dane wan ku bê hîcabin û piştî pevçûna bi devkî, polîsek derbê li Armîta dide û serê wê li hesin dikeve û dikeve erdê. Her wiha hate diyarkirin ku piştre bi alîkariya hevrêyên xwe radibe û diçe metroyê, lê li wir bê hiş dibe û dikeve komayê.
 
Rayedarên Îranê ev yek red kirin û diyar kirin ku sedema bê hişbûna wê ‘ketina tansiyona di xwînê de’ bû.
 
Lê rê li ber belavbûna temamiya dîmenê li metroyê tê girtin û rê nayê dayîn ku rojnamevan raport li ser bûyerê çêbikin, heta rojnamevanek ku çûye nexweşxaneyê, piştî çend saetan ji aliyê hêzên emnî ve hatiye binçavkirin.