Rûniştina rojnameger û parlamenter Ayşegul Dogan hat dîtin

  • 13:17 4 Cotmeh 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Di rûniştina rojnameger û parlamentera Partiya Çep a Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan de parêzeran xwestin darizandan bê sekinandin. Dadgehê daxwaza parêzeran red kir. 
 
Li Ayşegul Dogan a pêşkêşvana bernameya "Muzakereya Rojevê" dikir û koordînatora bernameyê ya ÎMC TV'yê ya bi KHK'ê hat girtin bû bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Ji ber vê dozê 6 sal ceza 3 meh cezayê girtîgehê li Ayşegulê hatibû birîn. Piştî ceza li dadgeha înstinafê hat xerakirin şûnde dozê ji nû de dest pê kir. Rûniştina dozê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Ayşegulê tevlî rûniştinê nebû. Parêzerên Ayşegulê li rûniştinê amade bûn. 
 
Parêzeran xwestin darizandin û tedbîra kontrola edlî rabe. 
 
Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran red kir û rûniştin taloqî 11'ê Kanûnê kir.