Doza rojnamevan û siyasetmedaran hat taloqkirin

  • 13:15 4 Cotmeh 2023
  • Hiqûq
 
STENBOL - Doza Akademiyê ya KCK’ê” ku rojnamevan û siyasetmedar jî di nav de bi giştî 21 kes tên darizandin hate taloqkirin. 
 
Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), edîtorê Kovara Demokratîk Modernîteyê Haydar Gul û xebatkara Kovara Jineolojiyê Şeyma Kantarci jî di nav de bi giştî derheqê 21 kesan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 20’emîn danişîna “Doza Akademiyê ya KKC’ê” li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate dîtin. Gelemperiya kesên tên darizandin û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Şeyma ya ku ji ber dosyayeke din girtî ye, hincet nîşan da û tev li danişînê nebû. 
 
Dadgehê, ji ber ku doza Şeymayê bi dosyayeke din re hatiye yekkirin, biryar da ku Şeyma li girtîgehê parastina xwe bike. Dadgehê cuda cuda ji bo her yekî biryara domandina tevdîra kontrola edlî da û danişîn taloqî 19’ê kanûnê kir.