Ji bo Nagîhan Akarsel kampanyaya hasthagê

  • 12:02 4 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Însiyatîfa Edaletê we îro li gorî  Amedê saet di 20.00 de ji bo Nagîhan Akarsel kampanyaya hasthagê dê bide destpêkirin.
 
Ji bo Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmaniyê yê  li Herêma Kurdistanê rastî êrîşek çekdarî hat û di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû. Bi munasebeta yekemîn salvegera wê çalakiyên cûr be cûr pêk tên.
 
Însiyatîfa Edaleta ji bo Nagîhan Akarsel beriya 2 rojan bi îmzeyên 312 jin û rêxistinên ji 51 welatan nameyek vekirî ji bo Netewên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê ragihand. Înisiyatîfê ku di nameya xwe de daxwaza bi lez gav avêtina ji bo diyarkirin û cezakirina kiryarên qetlîamên ku li ser jinan tê meşandin.
 
Îro dê kampanyaya hastgahê li ser tora dîjîtal X (bi navê berê Twitter) dide destpêkirin.
 
Dê kampanyaya hasthagê bi navê #JusticeForNagihanAkarsel (Edalet Ji Bo Nagîhan Akarsel) li gor Amedê seat 20.00’an de dest pê bike.