Kovara Jineolojiyê Nagîhan bi bîr anî

  • 11:53 4 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
AMED - Kovara Jineolojiyê derbarê salvegera qetilkirina Nagîhan Akarsel de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Di salvegera qetilkirina wê ya yekemîn de Nagîhanê bi hezkirin û bi bêrîkirineke bê dawî bi bîr tînin û soz didin ku em ê têkoşîna wê bi serkeftinê tacîdar bikin."
 
Kovara Jineolojiyê têkildarî salvegera qetilkirina endama Navendî ya Lêkolînên Jineolojiyê akademisyen, nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel ku di 4’ê cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe hatibû qetilkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Daxuyaniya kovarê ya bi serenavê “Em hevala Nagîhan bi hezkirin û bi berîkirina bêdawî bi bîr tînin” hate weşandin wiha ye: 
  
Nagîhan di 4’ê cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê qetilkirin. Li kolanên Silêmaniyê ku ji bo nasnameya jina azad, ji bo pirtûkxaneyeke jinê xebat dimeşandin hedef hate girtin. Di têkoşîna li dijî tundiya mêr-dewletê de ku tevahiya emrê xwe jê re veqetand, dîsa bû hedefa mêr û dewletê. 
 
Salek bi ser qetilkirina wê re derbas bû. Tetîkkêş û plangerên vê sûîqestê fikirîn ku dê bi qetilkirina Nagîhanê darbeyê li têkoşîna wê bidim. Lê belê ev saleke dengê ‘jin jiyan azadî’ ku Nagîhanê kêlî bi kêlî têkoşîna wê dida, li hemû kolanên cîhanê deng vedide. Ew dengê ku bi me dide hîskirin em ne bi tenê ne…
 
Em ê têkoşîna wê bi serkeftinê tacîdar bikin
 
Hate dîtin ku tişta bi qetilkirinê hate hedefkirin pêk nehat û bila bê zanîn ku pêk nayê. Têkoşîna heqîqetê ya Nagîhanê weke têkoşîna hemû jinên beriya wê hatine qetilkirin ji me re mîrateyeke, deynê stûyê me ye û sedemê têkoşîna me ye. Mezinkirina têkoşîna azadiya jinê, avakirina jiyana azad-wekhev û pêkanîna utopyayên Nagihanê wê armanca me ya herî mezin be. Di salvegera qetilkirina wê ya yekemîn de Nagîhanê bi hezkirin û bi bêrîkirineke bê dawî bi bîr tînin û soz didin ku em ê têkoşîna wê bi serkeftinê tacîdar bikin.”