Îranî xwedî li felsefeya 'Jin jiyan azadî' derketin

  • 09:13 4 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
Zelal Tunç
 
WAN - Aktîvîsta rojhilatî Shida Barginia, bal kişand ser Komploya Navneteweyî û got: "Hûn di hemû nûçeyên xwe de dibêjin Rêberê PKK’ê, lê Birêz Abdullah Ocalan ne tenê serokê PKK’ê ye, di heman demê de serokê kurdên 4 parçeyên Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê ez dixwazim bibêjim ku azadiya birêz Abdullah Ocalan bi taybetî ji bo kurdan girîng e. Lê ji bo hemû gelên li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê dijîn jî dê azadiyê bîne."
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di encama komployek navneteweyî de di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan 25 sal in di nava şert û mercên dijwar ên tecrîdê tê ragirtin. 31 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. 
 
Perspektîfa jiyana azad a Abdullah Ocalan rê li ber têkoşîna jinan vekir. Jinan li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" serî rakir û bandorê li tevahiya cîhanê kir. Aktîvîst Shida Barginia ya rojhilatî derbarê pradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bandora wî ya li Rojhilat û Îranê ji ajansa me re anî ziman. 
 
'Jin jiyan azadî...'
 
Shida, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser raperîna "Jin, jiyan, azadî" û got: "Çalakiya 'Jin jiyan azadî' ne wisa yekcar derket holê. Bi salane li Îranê enejiyeke civakî hebû û piştî qetilkirina Jîna Emînî ev enerjî derket holê. Îranê bi salan e bi xizanî, zilm û zextê tê birêvebirin. Ji ber vê sedemê jî li hemberî rejîmê hersek mezin heye. Ev hers helbet dê rojekî derketa holê. Li ser gora Jînayê jinek dirûşma 'Jin jiyan azadî' berz kir. Ev dirûşm ji hêla Îranê ve hat qebûlkirin û êdî bû bingeha çalakiyan. Serê ewilî wek dirûşme bû lê piştî ku çalakî berdewam kir ev dirûşm wek felsefeyek belav bû. Hat dîtin ku ev fikr ji nêrîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li hemberî jinê derketiye holê."
 
‘Jinên îranî xwedî li felsefeyê derketin' 
 
Shida, daxuyand ku jinên li Îranê sedsal in ji bo mafê xwe têdikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Belê şerîat mafê jiyanê nade jinê, di dema Şah de jî jin azad nebû. Ji ber vê sedemê jî jin hem di dema Şah de û hem jî di rejîma niha de li hemberî pêkutiyan li ber xwe dan. Ev raperîn derfeta jiyaneke wekhev û azad da jin û mêran. Ji ber vê sedemê jî jin vê felsefê ji xwe re kir pêşeng. Bi salan e jinên îranî derbarê jiyana xwe de ne xwedî gotinê bûn. Ji ber ku li Îranê jin wek mal û milkê mêr, namûs, hevjîn û dayik dihat pênasekirin. Bifikirin heke kesekî jinek bikuje û piştre pere bide bavê wê jinê û gilî neke ev kes nayê cezakirin. Li Îranê qimeta jinê nîne. Lê bi vê felsefeyê jin hat dîtin ku jin bingeha jiyanê ye û ji ber vê sedemê xwedî li vê felsefeyê derketin." 
 
'Jinên îranî ji jinên kurd bi bandor bûn'
 
Shida, destnîşan kir ku di serhildana "Jin jiyan azadî" de jinên îranî ji têkoşîna jinên kurd bi bandor bûn û wiha bi lêv kir: "Kurdistan di nava 4 dewlehtan de hatiye parvekirin. Di nav 100 salan de cara yekem kurd di sala 1980’an de ji bo azadiya xwe dest bi têkoşîna bi çek kir. Çend ji hêla mêran ve hatibe destpêkirin jî piştre jin bi aktîf di nav de cih girt. Li gorî min bi saya jinê tevger bêtir derket pêş. Mînak, di şerê li hemberî DAIŞ'ê de jin pêşeng bû. Di nav dîroka PKK'ê de çalakiyên mezin ji hêla jinan ve hat kirin û jin her tim di rêza pêş de cih girt. Bi mêran ve li pêş cih xwe girt. Ev tişt bandorê li jinên Îranê kir. Jinên Îranê jî di nav çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” de cihê xwe girt."
 
Bi gelek zimanî 'Jin jiyan azadî'
 
Shida, diyar kir gelê Îranê ji têkoşîna PKK'ê bi bandor bû û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ev dirûşma bi Şoreşa Rojava gihaşt Îranê. Her welatek li gorî zimanê xwe vê dirûşmê berz kir. Faris; ‘Zen, Zengî, Azadî’, ezerî; ‘Kadin, yaşam, Ozgurluk’ û îngiliz; ‘Women, Live, Freedom’ berz kirin. Li gelek welatên din jî bi zimanên cuda hatin berzkirin. Bi saya vê dirûşmê tecrîd hat şikandin û gelek kes hînbû ku Birêz Ocalan xwedî vê dirûşmê ye." 
 
'Jin dê teqes bi ser kevin'
 
Shida, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a "Sedsala jinê": "Kengê hatiye gotin nizanim lê ji bo rojame ya îro ronahiyek e. Îsal li gelek welatan jin daketin qadan. Li Ewropayê bi daxwaza 'Li dijî kurtajê û wekheviya heqdestê', li Efganîstanê ji bo mafê bingehîn, li Tirkiyeyê jî li dijî xespkirina mafan çalakî hatin lidarxistin. Em dibînin ku çend daxwaz cudabin jî armanc yek in. Jin dixwazin derbarê jiyana xwe de xwedî li gotinê bin. Naxwazin mêr derbarê jinan de biryaran bidin. Jin li her welatî nekarin daxwazên xwe bînin cih, lê gotin 'Hûn nikarin jiyana me tarî bikin'. Ji ber vê sedemê ev sedsal dê sedsala jinê be. Jin dê teqes bi ser kevin. Serkeftina jinê tê qateya serkeftina civakê û mirovatiyê. Wek gotina Birêz Abdullah Ocalan 'Heke jin azada nebin civak jî azad nabin'."
 
'Pevçûna di navbera PKK û dewletê de rawestand'
 
Shîda, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 25 sal e girtî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serî de divê ez bibêjim ku birêz Abdulah Ocalan tenê ji aliyê fizîkî ve girtî ye. Ji ber ku piştî girtina wî ya 25 salan gotineke ku wî gotiye li Îranê ji aliyê bi hezaran kesî ve dema tê gotin bingehê dewletekê dikare bihejîne. Birêz Abdullah Ocalan bi taybetî jin nîşanî hemû civakan da ku jiyaneke din pêkan e. Vê rewşê bandor li hemû dewletan kir; ji ber ku birêz Abdullah Ocalan got ku pêwîstî bi dewletbûnê nîne. Loma jî hemû dewletan birêz Abdullah Ocalan wek pirsgirêk dîtin û xwestin wî bigrin, lê bi ser neketin. Di girtîgehê de jî birêz Abdullah Ocalan pevçûnên di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de rawestand. Wî gelek pirtûk nivîsandin. Wî ji kurdan re got ku divê ew li gorî kîjan paradîgmayê bimeşin. Felsefe ji bo kurdan afrand. Di vê mijarê de em dikarin bibêjin ku serokê PKK'ê tenê bi awayekî fizîkî tê girtin. Ji ber vê jî ne mimkûn e ku em tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qebûl bikin. Weke ku min got, wî nîşanî jinan da ku jiyanek din pêkan e. Hişt ku kurd bi hişmendiya neteweyî tevbigerin."
 
'Ger ku ew niha ne girtî bûna dê jiyaneke din pêkan bûya'
 
Shîda anî ziman ku sedema bingehîn a girtîmayîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ew e ku di vê sedsalê de bingehê dewletbûnê hejandiye û ev tişt got: "Ji gel re behsa rêbazeke din a rêxistinbûnê dike, ji ber wê jî dewletên cîhanê li dijî Birêz Abdullah Ocalan komplo pêk anîn û ew girtin. Birêz Abdullah Ocalan van tiştan herî baş bi kurtasî wiha tîne ziman: Derbarê vê mijarê de Ocalan got, 'Ez bi komployeke navneteweyî hatime girtin û ne girtiyê dewleta Tir im. Cara yekem ev li Moskovê eşkere bû û min xiyanet dît. Gava duyema a vê xiyanetê jî li Romayê hat avêtin; Li hember lîstikên kapîtalîzmê min dev ji rûmeta xwe bernda. Gava sêyem li Atînayê hat avêtin.  Li wê jî li hemberî xiyaneta nedîtî ya  hevaltiyê ez bê ziman û felc bûm. Gava çaremîn jî li Nairobi hat xistin.'  Xefika ku ji bo Birêz Abdulah Ocalan hatibû amadekirin, rastî bi hevkariya hemû dewletên cîhanê hat danîn. Ger Birêz Abdullah Ocalan nehatiba girtin, belkî li Rojhilata Navîn û cîhanê jiyaneke cuda ava bibûya."
 
'Serokê Kurdên çar parçeyên Kurdistanê ye'
 
Shîda derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî got: "Ne pêkan e ku girtina birêz Abdullah Ocalan were qebûlkirin. Hûn di hemû nûçeyên xwe de dibêjin Rêberê PKK’ê, lê Birêz Abdullah Ocalan ne tenê serokê PKK’ê ye, di heman demê de serokê kurdên 4 parçeyên Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê ez dixwazim bibêjim ku azadiya birêz Abdullah Ocalan bi taybetî ji bo kurdan girîng e. Lê ji bo hemû gelên li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê dijîn jî dê azadiyê bîne."