Rojnameger Ayşenûr Arslan hat binçavkirin

  • 14:39 3 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
STENBOL - Rojnameger Ayşenûr Arslan ji ber nirxandinên xwe yên têkildarî çalakiya bombeyî ya li Enqereyê hate binçavkirin. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi hinceta nirxandinên rojnameger Ayşenûr Arslan ên têkildarî çalakiya bombeyî ya li Enqereyê lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Arslan li mala xwe hate binçavkirin. Hat zanîn ku dê Ayşenûr bibin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê têkildarî lêpirsînê daxuyanî da û tawanbariyên weke “propagandaya rêxistinê” û “pesnê sûc û sûcdar da” li rojnameger Ayşenûr kir. 
 
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) ji ber gotinên Ayşenûr ên piştî çalakiya li Enqereyê kiribûn, derheqê Arslan û Halk TV’yê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Xwediyê Îmtîyazê yê Halk TV’yê Cafer Mahîroglû ragihandibû ku bernameya Medya Mahallesî ya ku Ayşenûr pêşkeş dikir ji weşanê hatiye rakirin.