6 kes li Dêrsimê hatin binçavkirin

  • 11:15 3 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
DÊRSIM - Di encama operasyona navenda wê Dêrsimê de rojnameger jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin. 
 
Îro di danê sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de rêveberên Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Alî Yildiz û Ozkan Arslan, serokê Yekitiya Mêşvanan ê berê Kazim Tosun, nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasiyê Ertan Çita û Yaprak Kurban hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin birin midûriyeta emniyetê lê sedema binçavkirina wan nehat zanîn. 
 
Hat zanîn ku Arzu Ozdemîr jî di çarçoveya operasyonê de li Stenbolê hatiye binçavkirin.