Danişîna doza Burak Ercan carek din hat taloqkirin

  • 11:11 3 Cotmeh 2023
  • Hiqûq
 
ŞIRNEX - Danişîna doza gumanbar Burak Ercan ê ku 42 zarokên xwendekar bi peyamên telefonê tacîz kiribûn hat dîtin û doz taloqê 2'yê Mijdarê hat kirin. 
 
Burak Ercan ê ku li lîseyeyeke li navçeya Cizîra Şirnexê peywirdar bû û di heman demê de jî nûnerê dibistanê û Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memûr-Senê ye, bi peyamên telefonê nêzî 42 xwendekarên zarok taciz  kiribûn. Der heqê Burak Ercan de 2 doz hatibûn vekirin.  Daneşina 7’emîn a dozê îro li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hate dîtin. Komîsyona Mafê Jin û Zarokan yê Baroya Şirnexê û rêveberên Egîtîm-Sen'ê û parêzer tevlî danişînê bû. 
 
Piştî tespîtên nasnameyê danişîn dest pê kir. Ramazan Yildiz ê ku wekî şahîd divê bihata guhdarkirin carek din tevlî danişînê nebû. 
 
Şandeya Dadgehê ji ber temamkirina kêmasiyên dosyayê û guhdarkirina şahîdê navber da dozê û piştre doz taloqê 2'yê Mijdarê kir.