Ji bo têkbirina tecrîdê wê çalakî dest pê bikin

  • 09:09 3 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Endama MYK Partiya Çep a Kesk Elîf Bulut diyar kir ku di civînên MYK’ê de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, neçareseriyapirsgirêka kurd nirxandine û got: “Bi civîna çapemeniyê ya 1’ê Cotmehê li meclîsê hat kirin re me tecrîd kir rojeva sereke. Derbarê 9’ê Cotmehê Komploya Navneteweyî de jî wê li her derê çalakiyên me hebin.” 
 
Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sale didome û 31 mehe tu agahî jê nayê girtin. Ji salvegera 9’ê Cotmehê Komploya Navneteweyî re demek kurt ma û  Partiya Çep a Kesk di vê mijarê de di 1’ê Cotmehê de li meclîsê daxuyaniyek da û plansaziyên xwe ragîhandin. 
 
Endama MYK Partiya Çep a Kesk Elîf Bulut derbarê tecrîdê de axivî û diyar kir ku tecrîd hem li gorî hiqûqa Ewropayê hem jî li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e û wiha domand: “Tecrîd tenê li ser Abdullah Ocalan pêk nayê. Tecrîd li Gelê Kurd û kesên têkoşînê didin tê meşandin. Ev demek dirêje tu agahî ji birêz Ocalan nayê giritn. Derbarê tenduristiya wî de tu agahî nayê girtin. Em behsa kesekî ji rêzê nakin. Birêz Ocalan Rêberê Gelê Kurd e û rewşa wî her kesî eleqeder dike. Ne parêzer ne malbat nikarin biçin hevdîtinê.”
 
Li dijî tecrîdê têkoşîna bê navber
 
Elîfê destnîşan kir ku tecrîd ne tenê rojeva Partiya Çep a Kesk, rojeva hevpar a hemû qadên siyasî, saziyên têkoşînê dide ye û wiha bi lêv kir: “Me di civînên MYK’ê de li ser tecrîdê nîqaş kirin. Desthialtdarî ger ku bi we re ne dihevkariyê de be tecrîdê pêk tîne. Hewl dide Partiya Çep a Kesk, HDP’ê bigire û asatengiyan bike. Operasyonan pêk tîne, tecrîd dike. Ji ber vê jî daxwaza şikandina tecrîdê ne daxwazek şexsiye. Ji bo hemû Tirkiye rehet bibe divê tecrîd bê rakirin. Ji bo rakirina tecrîdê jî divê têkoşînek bê navber bê meşandin. Lingekî vê meclîse. Di 1’ê Cotmehê de koma me daxuyaniyek da. Rojeva xwe diyar kir. Lingekî din hiqûqe, lingek civake û yek jî meclise. Divê têkoşînek yekbûyî bê meşandin.”
 
Elîfê daxuyakirin ku komploya 9’ê Cotmehê ya navneteweyî re pêşiya tecrîdê hatiye vekirin û ev tişt bi lêv kir: “Desthilatdarî tecrîdê wek çek bikar tîne. Dema dixwaze vedike dema dixwaze pêşiya wê digire. Me di MYK’ê de ev nîqaş kirin. Heta civakîbûn xurt nebe, siyaset xurt nebe wê çalakiyên li dijî tecrîdê jî têr nekin.”
 
Li Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê çalakî
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan wê Partiya Çep a Kesk jî tevli bernameyên ku sazî û siyasetmedar dimeşînin bibin û got: “Wê plansaziya çalakiyên demdirêj bên kirin. Di 9’ê cotmehê de wê xeta çalakiyê destpê bike û bi daxuyaniyekê bê parvekirin. Piştî kongreya me ya 15’ê Cotmehê siyasetek çawa bê meşandin wê bê diyarkirin. Plansaziyên der barê tecrîdê de wê bên derxistin.”