ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2023'YAN

  • 09:00 3 Cotmeh 2023
  • Rojev
 
* Dayika endamê HPG'ê Habîp Karakoç (Egîd Berxwedan) ku di operasyona li Licê de jiyana xwe ji dest da Muzeyyen Karakoç, bertek nîşanî helwesta dewleta Tirk a li hemberî cenazeyan da. Muzeyyena ku diyar kir cenazeyê kurê wêê hatiye parçekirin û ji xeynî lingên wî tiştekî din nemaye got: " Dewleta Tirk pîvanên şer binpê dike." DÎMEN HEYE
 
* Endama Komîteya Amadekar a Newrozê ya Lubnanê Hanan Osman der barê Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de got: “Di komployê de rola DYA’yê tûnebûna wê Tirkiyeyê ev operasyona qirêj temam nekiriba. Îro jî binpêkirinên mafan yên Tirkiyeyê  ji nedîtîve tên û komployê didomînin. Ji bo Tirkiyeyek nû û demokatîk divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin. Belê ew mifteya aştiyê ye.” 
 
* Hevsreoka DFG’ê Dîcle Muftuoglu der barê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd de li girtîgeha dimîne pirsên me bersivandin û diyar kir ku Gurbetellî Ersoz hemû nerînên serdestiya mêr yên di çapemeniyê de serobino kirine û got: “Nagîhan Akarsel, Nujiyan Erhan, Denîz Firat, Ayfer Serçe hem bi têkoşîn hem bi rojnamegeriya xwe rê dan ber me.”
 
* Jinên Wanê der barê kampanyaya TJA’yê ya ‘Bi jin jiyan azadiyê re ber bi azadiyê ve’ axivîn û gotin gund bi gund kolan bi kolan, tax bi tax xebatan dimeşînin.
 DÎMEN HEYE
 
* Evîn Sindî ya ji Meryem Xanê îlham girt û çanda dengbêjiyê didomîne wih got: “Her dengbêjek çîroka jiyana gelê Kurd vedibêje. Denbêjî parçeyek min e. Em ê bi reng, fistan, gulîskên xwe dengbêjiya xwe bidomînin. Em ê dîroka xwe bi dengbêjiyê bêjin. DÎMEN HEYE
 
* Endama MYK Partiya Çep a Kesk Elîf Bulut diyar kir ku di civînên MYK’ê de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, neçareseriyapirsgirêka kurd nirxandine û got: “Bi civîna çapemeniyê ya 1’ê Cotmehê li meclîsê hat kirin re me tecrîd kir rojeva sereke. Derbarê 9’ê Cotmehê Komploya Navneteweyî de jî wê li her derê çalakiyên me hebin.”  BI DÎMEN 
A
* Xizmên girtiyan derbarê binpêkirina mafan ên demên dawî de li girtîgehan zêde bûne de axivîn û daxwaz kirin ku polîtîkayên zext, tecrîd û îşkencê bidawî bin û her kes li dijî vê dijhiqûqiyê bikevin tevgerê. BI DÎMEN 
 
*Rêhevala Nagîhan Akarsel, akademîsyen û endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî, behsa wê kir û got ku ew kesek gelek zanist bûye û bi lêv kir ku ew hertim beriya avabûna rojê radibû û dinivîsand. Necîbe, bal kişand ser doza kujerê wê û destnîşan kir ku ji bo edalet pêk bê di qada navneteweyî de îmze hatine komkirin. BI DÎMEN