Rêxistin û tevgerên jinan qanûna malbatê nîqaş kir

  • 20:10 2 Cotmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛEYAN - Rêxistin û tevgerên jinan ên Reqayê atolyayek li zanîngeha Îtîhad a başûrê bajêr bi dirûşma ‘Ber bi avakirina jiyaneke kolektîf a azad û civakeke hevgirtî ve’li dar xist û qanûna malbatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kir. Di atolyayê de endamên saziyên sivîl, rêxistin û tevgerên jinan, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.
 
Endama Dîwana Edaleta Civakî Fatme El Mûsa der barê qanûna malbatê de got: "Bêguman pêwîstî hebû ku qanûnek bê sazkirin ku têkiliyên di nava malbatê de biparêze û erk û mafên ferdên wê diyar bike. Divê ev qanûn jî li gor nirx û bingehên jinan û mafên wan bê sazkirin."
 
Fatme El Mûsa da zanîn ku beşa yekê ya qanûna malbatê ji 39 xalan pêk tê ku zewicandina zarokan û sûcên li dijî malbatê, zewaca berdêlî, zewaca bi zorê û xiyaneta malbatî  şîrove dikin. Fatme El Mûsa destnîşan kir ku zewac peymanek di nav jin û mêr de ye ku armanc jê avakirina malbatekê li gor bingeha hevjiyana azad e.
 
Di atolyayê de beşdaran der barê pratîkkirina qanûnê malbatê de nêrînên xwe parve kirin. Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Hîbe Mihemed anî ziman ku pratîkkirina qanûna malbatê ji bo misogeriya mafên jinan û zarokan û pêkanîna edaleta civakî girîng e.
Endama rêxistinên civaka sivîl Rodîn Mihemed  bal kişand ser zewicandina zarokan û got: "Di civaka me de diyardeya zewicandina zarokan heye, ji ber wê jî rewşên cûdabûna hevjînan jî zêde bûne."