Doza Kobanê: Banga HDP’ê jî wek ya NY’ê ye

  • 19:51 2 Cotmeh 2023
  • Hiqûq
ENQERE- Di Doza Kobanê de siyasetmedar Alp Altinors bi lêv kir ku banga ku HDP'ê kiriye, NY û gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî kiriye û got ku lewma bang nabe sedema darizandinê. 
 
Di rûniştina yekemîn a danişîna 35'an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 18 jê girtî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. 
 
Danişîn ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'emîn a Enqereyê tê lidarxistin. Fîgen û Selathattîn ji Girtîgeha Kandira û Girtîgeha Edîrneyê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Siyasetmedarên giştî Sebahat Tûncel, Ayla Akat Ata û gelek siyasetmedarên din tevlî dnaişînê bûn. Gelek parlamenterên Partiya Çep a Kesk jî danişîn şopandin. 
 
Piştî destpêkirina danişînê, şandeya dadgehê daxwaz nirxandin. Dadgehê daxwaza ku doza li Dadgeha Cezayê Giran a 34'an a Stenbolê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" der barê Fîgenê de hatiye vekirin bi vê dosyeyê re bê yekirin red kir. Dadgehê derpêş kir ku di navbera dosyeyan de pêwendiyeke fiîlî tune ye.