Li Amasyayê di qezaya trafîkê de 6 kesî jiyana xwe ji dest da

  • 18:28 30 Îlon 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Merzîfon a Amasyayê otubusa rêwiyan qulîpî. Di qezayê de 6 kesî jiyana xwe ji dest da.
 
Li Merzîfon a Amasyayê otubusa rêwiyan qulîpî. Di qezayê de 6 kesî jiyana xwe ji dest da û 35 kes birîndar bûn.
 
Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Cenazeya 6 kesên jiyana xwe ji dest da rakirin morgê.
 
Hat hînbûn ku Melisa Kor, Semanur Tahtakiliç, Edanur Çelik û Hilal Çelebî ku jiyana xwe ji dest dan xwendekarên zanîngeha Amasyayê bûne.