Li Amasyayê di qezaya trafîkê de 6 kesî jiyana xwe ji dest da 2023-09-30 18:28:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Merzîfon a Amasyayê otubusa rêwiyan qulîpî. Di qezayê de 6 kesî jiyana xwe ji dest da.   Li Merzîfon a Amasyayê otubusa rêwiyan qulîpî. Di qezayê de 6 kesî jiyana xwe ji dest da û 35 kes birîndar bûn.   Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Cenazeya 6 kesên jiyana xwe ji dest da rakirin morgê.   Hat hînbûn ku Melisa Kor, Semanur Tahtakiliç, Edanur Çelik û Hilal Çelebî ku jiyana xwe ji dest dan xwendekarên zanîngeha Amasyayê bûne.