MKGP û DFG çûn şîna Seyît Evran

  • 16:30 26 Îlon 2023
  • Rojane
 
AMED - MKGP û DFG'ê serdana şîna kedkarê çapemeniya azad, rojnamevan Seyît Evran ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da, kirin.
 
Platforma Jinên Rojnameger ên Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) serdana şîna rojnamevan û kedkarê çapemeniya azad Seyît Evran ku li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, kirin. Şîn li Taxa Merkez a navçeya Hênê ya Amedê hat danîn. Malbat û xizmên Seyît şandeya MKGP û DFG'ê pêşwazî kirin. Şandeyê li cihê şînê duayên xwe kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin. Dê şîna Seyît sibehê û du sibehê jî berdewam bike. 
 
Her wiha polîs li kolanên ku diçin cihê şîn lê hatiye danîn, disekinin û kesên diçin şînê di GBT’yê re derbas dikin.