MKGP û DFG çûn şîna Seyît Evran 2023-09-26 16:30:14     AMED - MKGP û DFG'ê serdana şîna kedkarê çapemeniya azad, rojnamevan Seyît Evran ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da, kirin.   Platforma Jinên Rojnameger ên Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) serdana şîna rojnamevan û kedkarê çapemeniya azad Seyît Evran ku li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, kirin. Şîn li Taxa Merkez a navçeya Hênê ya Amedê hat danîn. Malbat û xizmên Seyît şandeya MKGP û DFG'ê pêşwazî kirin. Şandeyê li cihê şînê duayên xwe kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin. Dê şîna Seyît sibehê û du sibehê jî berdewam bike.    Her wiha polîs li kolanên ku diçin cihê şîn lê hatiye danîn, disekinin û kesên diçin şînê di GBT’yê re derbas dikin.