Çalakiya 'Sefaretxaneya cîhaneke nû: Kurdistan' bi dawî bû

  • 09:23 25 Îlon 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya 'Sefaretxaneya cîhaneke nû: Kurdistan' ku gelek peyam lê hatin dayin, piştî nîqaşên li ser 'Konfederalîzma demokratîk' bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bi dawî bû.
 
Çalakiya hunerî, çandî û siyasî ya bi navê 'Sefaretxaneya cîhaneke nû; Kurdistan' bi beşdariya gelek hunermend, siyasetmedar û akademîsyenên ji welatên cuda yên cîhanê li bajarê Lozan ê Swîsreyê pêk hat û piştî 3 atolyeyên cuda bi dawî bû.