Çalakiya 'Sefaretxaneya cîhaneke nû: Kurdistan' bi dawî bû 2023-09-25 09:23:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya 'Sefaretxaneya cîhaneke nû: Kurdistan' ku gelek peyam lê hatin dayin, piştî nîqaşên li ser 'Konfederalîzma demokratîk' bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bi dawî bû.   Çalakiya hunerî, çandî û siyasî ya bi navê 'Sefaretxaneya cîhaneke nû; Kurdistan' bi beşdariya gelek hunermend, siyasetmedar û akademîsyenên ji welatên cuda yên cîhanê li bajarê Lozan ê Swîsreyê pêk hat û piştî 3 atolyeyên cuda bi dawî bû.