Li Antalyayê şewata daristanê

  • 17:48 24 Îlon 2023
  • Rojane
 
ANTALYA – Li navçeya Kaş a Antalyayê li qada daristanê şewat derket.
 
Li navçeya Kaş a Antalyayê li taxa Sutlegen dema welatiyekî baxçeyê xwe paqij dikir, şewat derket û li navçeya Manavgatê jî li qada daristanê şewat derket.
 
Şewata li qada daristanê ya Manavgatê hat vemirandin û ji bo vemirindina şewata li Kaşê mudaxale didomin.
 
Ji ber şewatê ligel 2 hektar darzên kizilçam,  20 donim erdên çandiniyê zirar dîtin.