Li Antalyayê şewata daristanê 2023-09-24 17:48:16     ANTALYA – Li navçeya Kaş a Antalyayê li qada daristanê şewat derket.   Li navçeya Kaş a Antalyayê li taxa Sutlegen dema welatiyekî baxçeyê xwe paqij dikir, şewat derket û li navçeya Manavgatê jî li qada daristanê şewat derket.   Şewata li qada daristanê ya Manavgatê hat vemirandin û ji bo vemirindina şewata li Kaşê mudaxale didomin.   Ji ber şewatê ligel 2 hektar darzên kizilçam,  20 donim erdên çandiniyê zirar dîtin.