Li Londonê tecrîd hat protestokirin

  • 22:01 7 Îlon 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber avahiya Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê hate protestokirin.
 
Meclîsa Gelê Kurd a Londonê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê çalakî li dar xist. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşer ên Îngilîstanê (TCŞ) û Meclîsa Jinê ya Jiyan tevlî çalakiyê bûn û pankartên ku tecrîda Îmraliyê şermezar dike, hatin hilgirtin.
 
Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Îngilîstanê Aso Kamalî axaftinek kir. Aso Kamalî destnîşan kir ku dewleta Tirk û AKP tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi awayekî giran didomîne û got bi tecrîdê Rojhilata Navîn veguherandine gola xwînê.
 
Aso Kamalî û Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Londonê Turkan Bûdak bi rayedarekî wezaretê re hevdîtin pêk anîn. Rayedarê wezaretê diyar kir ku wan beriya niha dosyaya bêhiqûqiya li ser Abdullah Ocalan û rola wî ya di aştiya Rojhilata Navîn de nirxandine û haya wan ji fikarên Kurdan heye. Rayedar da zanîn ku piştî lêkolîn û hevdîtinan ewê Meclîsa Gelê  Kurd agahdar bikin. 
 
Piştî hevdîtinê çalakî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.