ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2023'YAN

  • 09:00 29 Tebax 2023
  • Rojev
 
*Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter, destnîşan kir ku ji 99’an şûnde tecrît hatiye kûrkirin û bilêv kir ku Girava Îmraliyê li gorî pergala tecrîdê hatiye sazkirin. Ekînê, diyar kir ku tecrît îro gihîştiye asta herî jor û got ku daxwaza wan civakek azad a jina ekolojîk û demokratîk e. DÎMEN HEYE   
 
*Jinên li Dîclekentê dijîn li dikana Safiye Çoban ava firîngiya çêdikin. Jinên ku xebateke komunal derdixin holê, bi rihê piştevaniyê alîkariya hev dikin. DÎMEN HEYE   
 
*Li Taxa Şêxmeqsûdê perwerdeyek xweser ji bo jinên ji pêkhateya Ereb hat vekirin. Jinên têkildarî vê perwerdeyê hestên xwe anîn ziman wiha gotin:"Armanca me ya ji bo destpêkirina vê perwerdeyê, bi taybet ji bo jinên ji pêkhateya Ereb ew bû ku em bikaribin jinan bi rêxistin û zana bikin. Me xwest em ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ku zêdetir piştgiriya azadiya tevahî jinan dike, bi wan bidin naskirin. " DÎMEN HEYE