ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-29 09:00:00     *Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter, destnîşan kir ku ji 99’an şûnde tecrît hatiye kûrkirin û bilêv kir ku Girava Îmraliyê li gorî pergala tecrîdê hatiye sazkirin. Ekînê, diyar kir ku tecrît îro gihîştiye asta herî jor û got ku daxwaza wan civakek azad a jina ekolojîk û demokratîk e. DÎMEN HEYE      *Jinên li Dîclekentê dijîn li dikana Safiye Çoban ava firîngiya çêdikin. Jinên ku xebateke komunal derdixin holê, bi rihê piştevaniyê alîkariya hev dikin. DÎMEN HEYE      *Li Taxa Şêxmeqsûdê perwerdeyek xweser ji bo jinên ji pêkhateya Ereb hat vekirin. Jinên têkildarî vê perwerdeyê hestên xwe anîn ziman wiha gotin:"Armanca me ya ji bo destpêkirina vê perwerdeyê, bi taybet ji bo jinên ji pêkhateya Ereb ew bû ku em bikaribin jinan bi rêxistin û zana bikin. Me xwest em ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ku zêdetir piştgiriya azadiya tevahî jinan dike, bi wan bidin naskirin. " DÎMEN HEYE