Ji Rojnameya Şûjinê û vir de jinên Rojnamevan nesekinîn

  • 09:09 25 Tebax 2023
  • Rojane
 
 
 AMED - Xeta rojnamegeriya jinê ya Rojnameya Şûjin ku di 25'ê Tebaxa 2017'an de bi KHK'ya hejmar 693'an hatibû girtin, niha bi gelek ajans, rojname, kovar û televîzyonên jinan dewam dike.
 
Rojnameya Şûjinê ku bi dirûşma "Ji zimanê medyayê re bi niyeta şûjinê" di Kanûna 2016'an de dest bi weşanê kir û Ajansa Nûçeyan Dîcle Medyayê ya Nûçeyan (Dîhaber) û Rojnameya Rojeva Medya, di 25'ê Tebaxa 2017'an de, bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK)  ya bi hejmara 693’an hatin girtin. Bi Biryarnameya di Rojnameya Fermî de hat weşandin, 922 kes ji kar hatin derxistin, 57 kes hatin îadekirin, 6 sazî, 3 komele û 3 saziyên çapemeniyê hatin girtin.
 
Ne ya yekem bû
 
Helbet biryara ku rojnamevaniya jinê û kevneşopiya çapemeniya azad kiribû armanca xwe ne ya yekemîn bû. Piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê bi ragihandina Rewşa Awarte (OHAL)  gelek saziyên çapemenî û weşan dikirin bi KHK'yên ku hatin derxistin  hatin girtin. Yek ji van biryaran jî biryara KHK'ya bi jimara 675’an bû ku di 29’ê Cotmeha 2016’an de hatibû derxisitn. Bi vê biryarnameyê jî Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ku di 8'ê Adara 2012'an d dest bi weşana xwe kiribû û yekemîn ajansa nûçeyan a jinan a Tirkiyeyê bû, hat girtin. Tevî JINHA'yê, Ozgur Gundem, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Azadiya Welat a xwerû bi kurdî weşand dikir û Yuksekova Haber jî di nav de 10 rojname, 2 ajansên nûçeyan û 3 kovar hatin girtin.
 
Li hemberî kesên ku digotin 'Bêdeng bin' bêdeng neman
 
Piştî girtina JINHA'yê ku Rojnameya Şûjinê ya dest bi weşanê kir jî hat girtin saziyê daxuyaniyek nivîskî weşand. Rojnameya Şûjin di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wan heta niha serî netewandine, ji niha û pêve jî natewînin  û li dijî biryarên girtinê berxwedan û têkoşîna xwe dê bidomînin. Daxuyaniya rojnameyê ya li dijî biryarê wiha ye: “ Wekî jin li cîhana kesên ku dibêjin ‘bêdeng bin’, ji roja ku em hatine avakirin heta niha di çapemeniyê de gotin û dengê jinan bilind kiriye. Li dijî dewlet û medaya wê ya ku roleke li gorî xwe didin jinan Rojnameya me “jinitiya meqbûl” a ku ji jinan re hatiye xêzkirin nas nake û  bi dirûşma 'Tişta taybet siyasî ye' rojnamevaniya xwe ya jinê ya li dijî îqtîdara baviksalar û çapemeniya mêr dê bidomîne
 
Ji ber vê yekê li rojnameya me û hevalên me gelek gef hatin xwarin. Malpera me ku yek ji qadên me yên weşanê ye, gelek caran êrîşên sîber lê hatine kirin.  Îro ji aliyê desthilatdarên ku wekî şûjinekê li wan hat dayîn, hewl dan  ku rojnameya me bêdeng bikin.
 
Şûjin bû dengê her kesî
 
Şûjin li Êlih, Çinar, Ensar, dibistan, li mal, li kolanan, li her qada giştî bû dengê zarok û jinên ku di her aliyê jiyanê de tên îstîsmarkirin û destdirêjî li wan tê kirin. Bû dengê jinên ku her roj ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin; Ew bû dengê îradeya jinan û bû nûnertiya jinê ya ku dihate xwestin 'di navbera çar dîwaran' de bê girtin. Şûjin bû dengê welatiyên ku li Sûr, Cizîr, Heskîf û Nisêbînê qadên wan ên jiyanê hatin xerakirin. Bû dengê hemû gelan, daristanan, bi kurtasî her zindiyên ku dixwestin li hemû Kurdistan û Tirkiyeyê bên tunekirin. Şûjin dengê welatiyên li wan îşkence hat kirin, Kurdên bi panzeran hatin pelçiqandin û bi guleyan hatin qetilkirin.
 
Gelek xelat wergirtine
 
Bi zanebûn, bawerî û serhişkiya jinên wekî Rosa Luxemburg, Gurbetelli Ersöz, Emma Goldman, Virginia Woolf, Ayfer Serçe, Ulrike Meinhof û Deniz Fırat ku dixwestin axaftin û rojnamevaniya jinan mayînde bikin, gotinên jinan ên berê hatin gotin dubare dike û dibêje 'Em ê binivîsin bêyî ku mêr çi bibêjin."  Çapemeniya azad û rojnamegeriya jinê nehate bêdengkirin û wê neyê bêdengkirin."
 
Şîlan Aras bedelek mezin da
 
Hatina heta roja îro ya nûçegîhaniya jinê û çapemeniya azad ne rehet bû. Hebûna ajansa nûçeyan a jinekê xeyalê gelek jinan bû. Piştî gelek bedel hatin dayin ev xeyal pêk hat. Şîlan Aras jî gelekî dixwest ajansa nûçeyan a jinê vebe û di vê rêyê de bedelek mezin da. Şîlanê (Ayfer Serçe) di 1974'an de li Wêranşara Rihayê ji dayik bû û di dema dibistana amadehiyê dixwend di radyoya Qerejdaxê de dixebitî. Şîlanê ji bo derbasî zanîngehê bibe çû fêrgehê. Li dibistana bilind bi cih dibe lê belê dev ji qeydê berdide. Piştre derbasî beşa Karsaziyê ya Zanîngeha Çukurovayê dibe. Piştî du salan li vir dixwîne şûnde di 1998'an de tevlî têkoşîna azadiya jinên kurd dibe. Piştre di çapemeniya kurd de cihê xwe digire û di serê sala 2000'î de di Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MHA) de dest bi xebatê dike. 
 
Li ser sînorên Îranê hat qetilkirin
 
Şîlanê piştî ku di 2005'an de MHA tê girtin li Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) dixebite. Nûçegîhantiya Ermenistanê dike. Piştî li Ermenistanê 3 salan dimîne derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Ji vir jî berê xwe dide bajarên Mahabad û Urmiyê yên Rojhilatê Kurdistanê. Dixwaze li vir li ser xwekuştinên jinan lêkolînê bike. Di navbera 19-23'yê Tîrmeha 2006'an de li herêma Kelareş a li ser sînorê Tirkiye-Îran'ê ji aliyê artêşa Îranê ve tê girtin û li vir tê kuştin. 
 
Şîlanê di jiyana xwe ya rojnamegeriyê de li Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê têkoşîneke mezin da. Ew loma ji hafizaya gel tu carî naçe. 
 
Xeyalê wê nîvco nema
 
Xeyalê herî mezin ê Şîlanê avakirina ajansa nûçeyan a jinê bû û ev xeyal bi avakirina Ajansa Jinê ya Jinê (JINHA) pêk hat. JINHA bi dirûşma "Û em zimanê medyayê diguherin. Piştî me wê êdî medyaya cîhanê ne wek berê be" di 8'ê Adara 2012'an de hat vekirin. Ji mudura nûçeyan, heta edîtoran ji editoran heta nûçegîhanan hemû xebatkaran JINHA'yê jin bûn. Jinan pênûsa Şîlan Aras, Deniz Firat, Gurbetelli Ersoz li erdê nehiştin. Lê belê ajansa jinê ya xeyalê Şîlanê di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi KHK'ê tê girtin. Di Kanûna 2016'an de Şûjin tê avakirin. Piştî Şûjin di 25'ê Tebaxa 2017'an de tê girtin vê carê bi dirûşma "Bi pênûsa jinan li ser şopa heqîqetê" JINNEWS tê avakirin. 
 
Jin li dijî hemû astengî, zordestî, girtin, binçavkirin, gefxwarinê jî gavê paşde navêjin û rêya xwe ya heqîqetê dişopînin.